Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin 2022-06-21 10:13:32   RIHA - Parêzer Gokhan Dayik, Ahmet Ceylan û Serhat Kurt ku ji bo hevdîtina li gel Ocalan pêk were îmze dan, diyar kirin ku tecrîd sûcê mirovahî ye û divê tavilê parêzer biçin hevdîtinê.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tên girtin. Qedexeya hevdîtinê ya li ser hevdîtina parêzer û malbatan berdewam dike. Ji bo hevdîtinê 775 parêzeran serî li dozgeriyê dan. Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), 775 parêzerên ku endamên 29 baroyan in, her wiha di nav de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî hene, bi daxwaza hevdîtina parêzeran di navbera 10-17’ê hezîranê de pêk were serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê ji wê demê û vir ve tu bersiv ji serlêdanê re nehatiye dayîn.   Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Gokhan Dayik, Hevberdevkê Desteya Şopandina Girtîgehan ê OHD’ê Serhat Kurt û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Şaxa Rihayê Ahmet Ceylan jî di nav serlêdanê de cih girtin û diyar kirin ku hê jî bersiva wan nehatiye dayîn.    ‘TECRÎD RÊBAZEK ÎŞKENCEYA SPÎ YE’    Parêzer Gokhan Dayik destnîşan kir ku tecrîd yek ji rêbazên îşkenceyê ye û tecrîda li Îmraliyê tê sepandin wek “îşkenceya spî” bi nav kir. Dayik da zanîn ku dixwazin têkiliya Îmraliyê bi cîhanê re qût bikin, bi tene bihêlin û îradeya li wir bişikînin û got: “Îşkence binpêkirina mafê mirovan e. Bi vê ve girêdayî di yasayên me de sûc e. Tecrîd li gelek welatên cîhanê rabûye lê mixabin li welatê me hê jî didome. Ocalan di şertên giran têcrîdê de tê ragirtin. Ji ber vê yeke jî raya giştî bi fikar e. Tenê rêbazek heye ku vê fikarê bi dawî bike, ew jî hevdîtna malbatan û parêzeran a li gel birêz Ocalan e û parêzerên wî ye. Wek din bi tu awayî fikar ji holê ranabin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran li dijî qanûna bingehîn e. Tu zemînek vê ya hiqûqî nîne. Sepanek kêfî ye. Tu aliyek were qebûlkirin nîne. Mafê her malbat û parêzerên girtiyan ê hevdîtinê heye.”    ‘QEDEXEYA HEVDÎTINAN FIKARA CIVAKÊ ZÊDETIR DIKE’    Parêzer Ahmet Ceylan jî diyar kir ku tecrîd girtî ji her mafên wî bêpar dihêle û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Demek dirêj e ji Ocalan agahî nayê girtinê. Ev rê li ber fikarên civakî vedike. Temenê wî û dema girtina wî fikaran zêdetir dike. Ji bo ev fikar ji holê rabin, divê tavilê qedexeya li pêşiya hevdîtinê rabe. Rewşa li Îmraliyê û agahî negirtina ji Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzeran fikaran çêdikê. Ji bo ku fikr û bîrdozaiya birêz Ocalan negihîje civakan di bin navê tecrîdê de tecrîda li ser wî tê girankirin.”   ‘POLÎTÎKAYA TENÊ HIŞTINÊ’    Parêzer Serhat Kurt jî tecrîdê wek “politikaya bi tenê hiştinê” pênase kir û wiha got: “Tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye. Demek dirêje ji Ocalan agahî nayê girtin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin. Lewma jî tecrîd û binpêkirina mafan dijwartir dibe. Divê şandeyek saziyên navnetewî were avakirin û biçin Îmraliyê û derbarê rewşa Ocalan de raporek amade bikin û ji raya giştî re parve bikin. Li Îmraliyê li dijî Ocalan polîtîkayek taybet tê birêvebirin. Dema hevdîtin bê kirin, dê ev nehiqûqî ji holê bên rakirin. Em hêvîdarin wê hewldana 775 parêzeran bi serketî encam bibe û demildest dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê were anîn.”    MA / Ceylan Şahînlî