Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye 2022-06-21 09:53:37   ŞIRNEX - Malbata 3 kesên di êrişên leşkeran ên li dijî gundê Setkarê yê navçeya Elkê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku 7 sal in li benda edaletê ne û wiha gotin: “Ji me re gotin ‘Bêjin PKK’ê kiriye, em ê tazmînatê bidin we.’”   Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 25'ê Îlona 2015'an de pêvçûn derketin. Di pêvçûnên ku qewimî de malên sivîlan hedef hatin girtin. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), topên hawanê zêdetirî 10 malan ketin, 5 avahî şewitîn û 10 avahî bi temamî nehatine bikaranîn. Topên hewanê yên ku ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin avêtin, li gundê Setkarê jî li malekê ketibûn. Di encama topbaranê de, ji heman malbatê Ahmet Temel (70), kurê wî Behçet Temel (19) û xizma wan Alya Temel (50) jiyana xwe ji dest dabûn û kurê Ahmet Temel, Fevzî Temel û Hasan Temel jî bi giranî birîndar bûbûn. Her wiha di êrîşan de ajokarê ambûlansê yê bi navê Şeyhmûs Dûrsûn jî dema ku bi ambûlansê diçe birîndaran rizgar bike 15-20 metre dûrî kontrola lêgerîn a polîsan di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ahmet Temel piştî bûyerê neçar man ji gund koçî Wanê bikin. Zarokên Temel, ji ber tirsa dê heman tişt bê serê wan ji wê rojê were naçin mala xwe. Li ser qetilkirina 3 ji heman malbatê û yek jî ajokarê ambulansê re 7 sal derbas bûn, lê hê niha jî bendewariya malbatan a edaletê didome.    'ÇIMA EV TIŞT ANÎN SERÊ ME?'    Birayê Ahmet Temel, Halit Temel (65), diyar kir ku, ew ê wê rojê tu caran ji bîr nekin û wiha qala wê rojê kir: “Di sala 2015'an de şeveke cejnê bû. Wê şevê li Elkê pêvçûn derketin .Em jî li vir kom bibûn me got em ê cejna xwe pîroz bikin. Ev mala birayê min Ehmed e. Me got em ê biçin cejnên êkudû pîroz bikin. Herkes li ber deriyê malê rûnişti bû û civiya bûn, cejnên êkudû pîroz dikirin. Me jî got em ê biçin cejna Ehmed û wan. Çawa ku em derketin ji Elkê top avêtin me. Topa ewil dûrî me ket, a duyemîn li zeviyekî ket û ya sêyemîn jî li ber deriyê vî xaniyî ket. Di encamê de birayê min, biraziyê min di hûndirê malê de kuştin. Xizmeke mevana me bû û ew jî kuştin. Biraziyekî min jî birîndar bû. Ew jin birîndar bû, me bir Elkê li wir ji me re gotin, 'bijîşk tune ye' ji wir me anîn birin Qilebanê. Di rê de di nav destê me de jiyana xwe ji dest daye. Me ji dewletê re doz vekir. Me ji wan re got, 'Sûcê me çibû, çima ew top avêtin gundê me?' lê heta niha jî ne bersivandine û edaleta dewletê ji me re nehatiye. Heta niha der heqê vê bûyerê de tiştek nepirsîne û negotine. Li Elkê pêvçûn hebû û em ji wir 10 kîlometre dûr bûn. Em hê niha jî nizanin ku çima gundê me topbaran kirin. Bêbextî kirin û gotin, 'PKK'ê top avêtine' hin kesan jî digot, 'Gundiyan bi xwe wisa kiriye'. Lê tişteke wisa jî tune bû û em da biçina cejnên êkudû pîroz bikina. Dema ku top avêtin birayê min û zarokên wî şirînahî dixwar. Ji qewimîna bûyerê heta niha biraziyên min nehatine gund. Ji ber ku newêrin bên avahiya xwe. Çima wiha kirin?”   ‘GOTIN BÊJIN PKK'Ê KIRIYE’   Temel, anî ziman ku heta niha yek lêpirsîn der heqê bûyerê de nehatiye vekirin û wiha berdewam kir: “Ji me re gotin, ‘Bibêjin ev top PKK'ê avêtine, em ê tazmînatê bidin’ Me jî ji wan re got, ‘PKK'ê wisa nekiriye, PKK'ê ev tope nînin. Ev tope ji Elkê hatine avêtin. Em derewan nakin, ka çawa çêbûye em wê dibêjin, em çu bêbextiyan jî li tu kesî nakin' Heger bihatina çek li me reşandibana çêtirê bû, lê ji asîman top rijandin. Ev tişteke bêqanûnî û bêedeletiye.”   ‘HEGER TOPAN DEWLET NEAVÊJE WÊ KÎ BIKARIBE BIAVÊJE?’   Temel, ê bi lêv kir ku bi zanebûn gundê wan hat hedef nîşandan, xwest ku edelet pêk were û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heta vê gavê jî qebûl nekirine ku ew top wan avêtine. Heke top dewlet neavêtibin wê kî bikaribe topan biavêje? Ew top kê hene? Li tevî vê êrîşê jî min dîsa gundê xwe terk nekir. Heta ku ez bimirim jî ez ê li vir bim. Heke edalet hebe divê bêjin ku çima bira, birazî û xizma me kuştin. Em 10 kîlometre ji cihê pêvçûnê dûr bûn û li gundê me tiştek tune bû ku wisa kirin. Ez kengî vê avahiyê bibînim ew roj tê bîra min. Her ku ez van nîşaneyên topbaranê dibînim derûniya min xerab dibe. Ew dijminahiya wan mirovî ji dinyayê sar dike. Tenê daxwaziya me edelete."