Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin 2022-06-21 09:49:08   AMED - Rêveberên sazî û sendikayên sivîl yên Amedê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegerên kurd dan û gotin: “Ne tenê mafê çapameniyê, mafê me yê wergirtina agahiyan jî hatiye binpêkirin.”    Di çerçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’e haziranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Rojnameger û welatiyên ku hatibûn binçavkirin 8 rojan di hucreyên yek kesî de ragirtî hatibûn hiştin. Piştî 8 rojên di binçavan de binçavkiriyan sewqî edliyeyê kirin. Ji wan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatibûn girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Gulşen Koçuk û welatiyên bi navê Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.      Biryara girtina 16 rojnamegeran li gelek cihan bi daxuyanî û çalakiyan tê protestokirin. Rêveberên rêxistinên sivîl ên Amedê tekildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan.    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) ê Amedê Dogan Hatun derbarê mijarê de bi lêv kir ku civak hemû agahiyan bi rêya çapamenîye hîn dibe û çapamenî di heman demê de dengê civakê û hemû xwezayê ye. Hatun diyar kir ku heke çapamenî tunebe hemû civak û xweza bêdeng dimîne û got: “Her ku diçe li Tirkiyeyê demokrasi binpê dibe. Desthilatdar nikare dewletê bi rê ve bibe, ji ber vê yekê jî êrişî çapameniya ku têkildarî krîza aborî û pirsgirêkan de agahiyan dide dike.”    ‘ÇAPAMENÎ NE AZAD BE CIVAK JÎ AZAD NABE’   Hatun bal kişand ser êrişên li ser rojnamegerên kurd û wiha pê de çû: “Herî pir jî rojnamegerên ku li Kurdistanê dibin dengê gelê kurd êrişî wan tê kirin. Di encama van êrişan de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Armanca êrişan bêdeng hiştina pirsgirekên ku li Kurdistanê diqewime û bêdeng hiştina kurdan e. Nîşana azadiya welatekî azadiya çapameniyê ye. Heke çapamenî ne azad be civak jî azad nabe. Em wek saziyên sivîl jî ji ber vê rewşe bi fikarin. Dema dengê çapameniya azad bê girtin em jî nikarin pirsgirekên xwe bi civakê re parve bikin. Gef li me tên xwarin, em bi zextan re rûbirû dimînin, dengê me nayê bihîstin. Ji ber vê yekê jî êrişen li ser çapameniya azad herî zêde jî bandorê li ser me dike.”    ‘CIHÊ ROJNAMEGERAN NE GIRTÎGEH IN’    Hatun destnîşan kir ku îktidar dixwaze bi girtina rojnamegeran civakê jî bêdeng bike û ji bo piştgiriya rojnamegerên girtî vê bangê kir: “Bi girtina rojnamegeran dewlet nikare pirsgirêkan çareser bike. Tişta ku desthilat bike ne girtina rojnamegeran e divê desthilatdar êdî xwe fesh bike. Em bang li civakê dikin û dibêjin, li Amedê 16 rojnamegerên ku pirsgirekên vî welatî dikirin rojev, dibûn dengên me hatin girtin. Divê em jî xwedî li dengê xwe derkevin. Di vir de mijar ne tenê xwedî derketina li rojnamegeran e, xwedî derketina dengê vî welatî ye. Cihê rojnamegeran ne girtîgehe, cihê rojnamegeran kolan in, divê karê xwe bikin. Ji ber vê jî divê civak hestiyar nêz bibe û ji bo pirsgirêk çareser bibe dengê xwe bikin yek.”   ‘MAFÊ ME YÊN AGAHÎ GIRTINÊ JÎ BINPÊ DIKIN’   Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Turan jî anî ziman ku girtina 16 rojnamegeran zextên li ser çapameniya azad dide nîşan û ev tişt gotin: “Li gorî qanûnên navneteweyî divê çapamenî bê parastin. Lê mixabin herî dawî girtina 16 rojnamegeran jî xuya bû ku ew qanûn jî tê binpêkirin. Me bi rêya rojnamegerên ku hatine girtin dengê xwe digihand gel û raya giştî. Bi girtina rojnamegeran mafê me yê ragihandin û agahî girtinê jî hat binpêkirin. Ew rojnameger ji ber nûçey û bernameyên xwe hatin girtin. Girtina rojnageran xeletî ye.”    ‘WÊ XETA XWE YA HEQÎQETÊ BIPARÊZIN’   Turan destnîşan kir ku çapameniya azad xeta xwe ya heqîqetê heta niha diparezê û got: “Bi girtina rojnamegeran re jî wê çapemeniya azad xeta xwe ya heqîqetê biparezê. Em jî bang li rayedarên dewletê dikin ku xebatkarên çapameniyê demildest berdin. Divê rojnameger ji bo karên xwe nayên girtin. Bi qanûnan jî ev yek hatiye qebûlkirin, divê qanûnên xwe pêk bînin.”    ‘JI BER RAGIHANDINA HEQÎQETÊ ÊRIŞ KIRIN’   Hevserokê Sendikaya Kedkarên Tendûristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Şiyar Guldîken derbarê mijarê de anî ziman ku êrişên li ser çapameniyê ji dîrokê hêta niha berdewam dikin û bi desthilatdariya AKP’ê re jî ew êriş her tim berdewam kirin. Guldîken bi lêv kir ku li Tirkiyeyê çapamenî ji sedî 90 di destê desthilatdariyê de ye û sedî 10 jî çapameniya azad e û got: “Lê tevî vê yekê jî desthilatdar nikare dengê nûçeyên rastî bigre. Ji ber vê jî bi zorê, binçavkirin û girtinê xwestin ku dengê wan bigrin. Demekê direjê li Tirkiyeyê ji bilî çapameniya azad gel tu agahiyên cuda nabihîse. Hemû li gorî desthilatdarê tev digerin. Bi sedan televizyon û rojname hene, hemû heman tiştî dibêjin. Lê di pandemiyê de jî derket holê ku tiştên ku ew dibêjin nerast in. Desthilatdar gel dixapîne. Ev baş hat fêmkirin. Ew jî bi saya çapameniya azad bû. Desthilatdar ji bilî xwe mafê jiyanê nade tu kesekî. Niha şer dane destpêkirin lê li ser çapameniya wan derheqê şer de tiştek tune ye. Lê çapameniya azad ku 16 rojnamegerên wê hatin girtin derbarê şer de çi heye, heqîqet çi ye ji gel re radigihîne. Ragihandina heqîqetê jî derxist holê ku desthilatdar edî nikare bi rê ve bibe lewma jî êrişî rojnamevanan dike.”    ‘DIVE GEL JÎ XWEDÎ LI ROJNAMEGERAN DERKEVE’   Guldîken ji bo xwedî derketina rojnamegeran bang li raya giştî kir û got: “Me bi rêya çapameniya azad, greva ku dabû destpêkirin gihand gel. Wan heqîqet derxist holê. Yanî karê xwe kirin. Bi girtina rojnamegeran re mafê gel yê wergirtina agahiyan jî hat binpêkirin. Ew jî li gor qanûnan sûc e. Lewma divê gel ji bo ku mafê xwe yê wergirtina agahiyan biparêze, xwedî li rojnamegeran derkeve. Ji bo ku rojnameger demildest bên berdan divê gel jî têbikoşe û piştgiriyê bide. Em ê jî wek sendika heta dawiyê xwedî li mafê xwe yê wergirtina agahiyan derkevin û piştgiriye bidin rojnamegerên ku heqîqête radigihînin.”