20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş 2022-06-21 09:10:05   AMED - Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ê ku hat girtin 20 sal in di nava çapemeniya azad de dixebite. Hevpîşeyê wî Hakki Boltan ji bo wî got: "Ruhê Çapemeniya Azad e."    Li Amedê di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatibûn girtin.    Ji rojnamevanên hatin girtin yek jê jî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş e. Ertaş gava hatibû binçavkirin polîsan destên wî kelemçe kiribûn û 10 saetan bi vî awayî dabûn sekinandin.    Hevalê wî rojnamevan Hakki Boltan behsa wî kir. 20 SALÊN DI ÇAPEMENIYA AZAD DE   Ertaş di sala 2003'yan de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kiriye. Ji wê çaxê heya niha gelek caran ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatiye binçavkirin. Di 9'ê Cotmhea 2008'an de li Mêrsînê di dema şopandina nûçeyan de hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Ertaş piştî wextekê ji girtîgehê derketiye û cardin ji cihê mayê rojnamevaniya xwe domandiye. Di 29'ê Cotmeha 2016'an de piştî DÎHA hat girtine di dîhaber, Ajansa Mezopotamyayê, Azadiya Welat û herî dawî jî di rojnameya heftane Xwebûnê de xebitiye.    Ertaş herî dawî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê bû.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD FÊM KIRIBÛ'   Hevpîşeyê wî Hakku Boltan behsa wî kir. Boltan Ertaş wekî "mudawimê Çapemeniya Azad" pênase kir û got, niha gava behsa çapemeniya azad bê kirin ji kesên ewilî tê bîra mirov yek jê Ertaş e. Boltan anî ziman ku Ertaş "ji dil û can dixebitî" û got: "Çapemeniya Azad baş fêm kiribû û li gor wê dixebitî. Ji lew re gava hûn ji tiştekî fêm nekin hûn nikarin bi her awayî daxilî nav bibin. Yanî Mehmet Alî jî çapemeniya azad baş fêm kiribû û bi xebata xwe ev yek dida der."    HEWLDANÊN WÎ YÊN JI BO KURDÎ   Boltan diyar kir ku Ertaş li gel rojnamevaniyê ji bo pêşvebirina kurdî jî her tim tevdigeriya û wiha axivî: "Lewma niha her kes Mehmet Alî wekî mînak nîşan dide. Gava nûçeyek li ser ziman bihata çêkirin û di nûçeyê de şaşiyek bidîta, wê şevê xew bi çavan nediket. Demildest dixwest hevdîtinê bi wî hevalî re bike. Gava pê re hevdîtin dikir bi saetan behsa dikir. Ev yek nîşan dida ku Mehmet Alî tenê ne ji bo pêşvebirina xwe, ji bo pêşvebirina hevalên xwe jî tevdigeriya. Ev yek di asasê xwe de ji bo hîn bêtir pêşvebirina çapemeniya azad bû."    MODEL   Boltan diyar kir ku Ertaş di çapemeniya azad de wekî modelekê pênase dikin û wiha got: "Ew ji bo me modelek e. Mehmet Alî ji bo pêşvebirina rojnamevaniyê bi dehan nivîs nivîsîne. Me bi saya wî nûçe dinivîsandin. Ji bo pêşvebirina me bênavber tevdigeriya. Me bi saya wî hez ji rojnamevaniyê kir. Mirovekî pir dilnizm û ji populîzmê qet hez nedikir. Ruhê çapemeniya azad bû. Wî xwe bi çapemeniya azad pêş ve xistibû û bi ruhê çapemeniya azad tevdigeriya."    ‘EM Ê RUHÊ ROJNAMEVANIYÊ BIDOMÎNIN'   Boltan destnîşan kir ku xwarin û xew ji bo Ertaş "îşkence" bûye û got: "Mehmet Alî, digot 'xwezî xwarin, vexwarin û xew tune bûna.' Gava nexweş diket, me dixwest xwarinê bixwe, lê bi me de dixeyidî, xwe aciz dikir digot, 'Ma qey ez xwe nabînim? Ma qey ez nizanim ez çawa me?' Gava dibû êvar em diçûn malê, yê wî karê wî hê nû dest pê dikir. Her tim ewilî ew dihat kar û her tim jî herî dawî ew diçû malê. Mehmet Alî ji roja ku dest bi kar kiriye heya niha bi heman ruhî tevgeriyaye. Lewma me tu carî şaşiyek wî nedidît. Ez dikarim şahidiya wî bikim ku ew ê ji niha û pê ve jî tu şaşiyê neke. Ji lew re wî ehliyeta herî mezin a rojnamevaniyê ji gel wergirtibû. Em ê bi ruhê Mehmet Alî xebatên xwe bidomînin."    MA / Cengîz Ozbasar