Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn 2022-06-20 16:25:56   AMED - Li Farqînê agir ji bîçerê ket erdên neçinandî û 100-200 donim zeviyên zad şewitî. Hat zanîn ku tîmên agirkujiyê neçûne vemirandina şewatê û gundiyan bi derfetên xwe agir vemirandine.    Li navçeya Farqînê ya Amedê li herêma Dareqol agir ji bîçerê bi erdên neçinandî ket. Di navbera gundê Fêra, Siloq û Salika de nezî 100-200 donim zeviyên genim, nîsk û cehê çend gundiyan, romoq û ka jî şewitî.    Hat zanîn ku tîmên agirkujiyê neçûne cihê bûyerê, mudaxileyî şewatê nekirine û gundiyan bi derfetên xwe agir vemirandine.