Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin 2022-06-20 16:11:29   AMED - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û şandeya pê re ji bo piştevaniya rojnamevanên girtî serdana DFG’ê kir û got: “Divê rojnamevanên Tirkiyeyê hemû li dijî wî ‘wêneyê şermê’ yê polîsan serwîs kiriye, qiyametê rakirina.”    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier jî di nav de şandeyek HDP’ê ji bo piştevaniya 16 rojnamevanên kurd ku li Amedê hatin girtin serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Roza Metîna şandeyê pêşwazî kir.    Beştaş di serdanê de û got operasyona li dijî rojnamevanan hatiye kirin di heman deme de li dijî civakê hatiye kirin.    ‘TIŞTÊN DIQEWIMIN DUBAREKIRINA BERÊ YE’    Beştaş destnîşan kir ku zextên li rojnamevanan tên kirin berdewamî û dubareya zextên bere ne û çawa ku di salên 90’î de bi qetilkirin, revandin û girtina rojnamevanan bi ser neketin dê di van operasyonan de bi ser nekevin. Beştaş anî ziman ku 16 rojnamevanên li Amedê hatine girtin tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin û got: “Pirsên ku rojnamevanan kirine, wek sûc hatine dîtin. Lê gelo heke rojnamevan pirsan neke, li pey heqîqetê nece û nenevisîne lê wê çi bike? Em ê tev bi hev re doza rojnamevanên hatin girtin bişopînin. Rojnamevaniya kurdî ango rojnamevaniya azad tu demê teslîm nebûye. Wê îro jî teslîm nebe. Em ji vê bi bwerin. Em bi rojnamevanên kurd re ne.”    ‘EW WÊNE ŞERMA TIRKIYEYÊ YE’    Beştaş derbarê pirsa têkildarî wêneyê kamerayan û wênegiran û rojnamevanên qetilkirî ku ji aliyê rojnameya Yenîşafakê ve hatin serwîskirin wiha bersiv da: “Dema ez li vî wêneyê dinerim, dibînim ku rejîma Tirkiyeyê di rewşek çawa de tevger dike. Ev şerma wan e. Nîşandana kamerayan, wênegiran tê wateya ku sûcên xwe eşkere dikin. Kamera, wênegir û mîkrofon amûrên rojnamevanan ên jêvenegerin. Ev nabe sûc. Ew wêne dide nîşandan ku ketine rewşek çawa zor û xetimîne. Li şûna ku kujerê rojnamevan Hafiz Akdemîr were dîtin, radibin wêneyê wî wek sûc didin nîşandan. Di demên dawî de ewilî nîvendê tespit dikin û paşê jî delîlan diafirînin. Di vê çarçoveyê de ragirtina rojnamevanan a 8 rojan jî sûc e. Min li beşek girîng a dosyeyê nihêrî. Li gorî min divê rojnamevanên Tirkiyeyê hemû li dijî wî ‘wêneyê şermê’ yê ku polîsan nîşan daye qiyametê rakirina. Çimkî li holê ne sûc heye, ne sûcdar heye û ne jî amûra sûc heye.”    'DEMA SELVÎ DIPIRSE NABE SÛC’    Piştre Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu axivî û ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û destnîşan kir ku operasyon û binçavkirin û girtina rojnamevanan parçek ji êrişên li dijî kurdan e. Muftuoglu anî ziman ku çapameniya azad tu carî bêdeng nebûye û wê ji niha şûn ve jî nebe. Muftoglu pirsa “Tu çima tecrîdkirina Ocalan dikî rojev?” ku ji rojnamevan Omer Çelîk hatiye kirin bi bîr xist û got: “Heman tiştî dema Abdulkadîr Selvî dike, nabe sûc. Divê em wisa li meseleye binêhirin.”