DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir 2022-06-20 14:20:56   ENQERE - Serokê Şaxa DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tev li bûnê kir û wiha got: “Heya ku dewlet bi van komkujiyan re hevrû nebe dê aştî neyê vî welatî.”   Danişîna doza ku 3 bersûcên fîrarî yên di 2'yê Tîrmeha 1992'yan de li Sêwazê Komkujiya Madimakê pêk anîn jê tên darizandin, dê di 22'yê Hezîranê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin. Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) û Desteya Muzeya Madimakê beriya danişîna ku dê bê dîtin li Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê daxuyanî dan. Wêneyên 33 kesên ku hatibûn qetilkirin, li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn, hatin daliqandin. Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê û Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtalan tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de serokê Şaxa DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak banga tev li bûna dozê kir. Karabûdak diyar kir ku dozên Komkujiyên Mereşê, Çorûmê û Meletiyê hatin girtin û wiha axivî: “Em naxwazin doza Komujiya Madimakê jî bê girtin. Em dixwazin dewlet ne tenê ji Komkujiya Madimakê re; ji yên Roboskî, Pirsûs, Hirant Dînk û Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê jî hevrûbibe bibe. Heya ku dewlet bi van komkujiyan re hevrû nebe dê derfetên aştî, demokrasî û jiyaneke bi hev re bê jiyîn jî tunebe."      ‘EV KOMKUJIYEKE ELEWIYAN E’   Karabûdak diyar kir ku divê xwedî li dozan bê derketin û wiha berdewam kir: "Em ê roja Çarşemê saet di 14.00'an de tev li danişîna li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Edliyeya Enqereyê were dîtin bibin. Em hemû rayagiştî vedixwînin hestiyariyê."   Dû re kekê Gulsun Karababa ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, ji Komîteya Muzeya Madimakê Huseyîn Karababa wiha axivî: "Em Sêwazî ne, em elewî ne. Me zarokê xwe winda kir lê li ser elewiyan komkujiyek heye. Ez 30 sal in ji bo vê qirkirinê bînim ziman têdikoşim. Nabêjin qirkirin ji ber ku ditirsin. Em ne li benda edaleta dadgehan e. Em ê di vê danişînê de daxwaza reda hakim bikin. Em dubare dikin ev komkujiyeke elewiyan e."