Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî 2022-06-20 11:41:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Ombûdsmanê Çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî, diyar kir ku çapameniya desthilatê hewl dide tiştên li 16 rojnamegerên hatine girtin hatine kirin meşrû bike û ev tişt got: "Ji bo ku em li wan xwedî derkevin hewce nake em xwediyê heman xetê bin. Em bizanin ku azadiya wan azadiye me jî, bes e."   Bertekên li dijî girtina 16 rojnamegerên kurd didome. Ombûdsmanê Çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî, di Gazete Duvarê de bi ser navê "Çapemeniya rojnamegeran didarizîne" derbarê mijarê de gotarek nivîsand. Bîldîrîcî, di nivîsa xwe de diyar kir ku heke ji nedîtî ve bê dîtin jî li welat êdî "çapameniya kurd" heye û ev tişt got: "Ji bo xwedîderketina li wan hewce nake em di heman xetê de bin."   TIŞTÊN DINIVISÎNE NE VEŞARÎ YE   Beşa gotara Bîldîrîcî ya derbarê rojnamegeran de wiha ye: "Rojnamegerî karekî zelal e. Nûçe, nivîs û bername her kêlî pêşkêşî bi milyonan kesî tên kirin. Heke tiştek li dijî qanûnê yan jî agahiyek û şîroveya şaş hebe pêkane ku îtîraz bê kirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin. Tiştên ku 20 rojnamegerên li Amedê nivîsandin jî ne veşarî bûn. Bi salan bû tiştên hildiberînin dihatin weşandin.   'KARÊ WAN Ê ROJNAMEGERIYE HAT PIRSÎN'   Serdestan ji nişke ve biryar da û bi lez û bez 20 rojnamegerî binçav kirin û bêyî ku pirsek ji wan bikin 8 rojan wan di bin çavan de hiştin; li dozgeriyê jî tenê karê wan ê rojnamegeriyê hat pirsîn. Piştre jî 16 rojnameger bi îfadeyên berê yên "şahidên nepen" hat girtin. Angaşta ku li wan hat kirin jî sûcdariya vê desthilatê ya hînbûyî "piştgiriya rêxistinê" ye. Dîsa bi awayekî aşkera negotin ku rojnamegeriya rexnegir sûc dibînin. Jixwe li gorî wan rojnamegerên tên girtin her car "terorîst" in.    SÛCDAR ÎLAN KIRIN   Çapemaniya nêzî AKP'ê vê geşdanê ji nedîtî ve hat û Aydinlik'ê "Mijara lêpirsînê: Ji PKK'ê re nûçe rê dikin" , Yenî Şafak "Di bin navê nûçeyê de sîxurtî" û "Ev rojnameger bûne" 16 rojnamegeran weke "terorîst" nîşan dan û hewl dan mehmeleya li rojnamegeran hat kirin meşrû bikin. Hem jî di nûçeyan de hikum hat danîn û bêyî ku bên darizandin rojnamegeran sûcdar îlan kirin.    ÊDÎ 'ÇAPEMENIYA KURD' HEYE   Di çapameniya rexnegir de jî di parastina van rojnamegeran de helwesta dûdilî hebû. Sedem jî ji ber kurdbûn wan û weşanên wan ên derbarê kurdna de bûn. Ev jî şaş e. Ji nedîtî ve bê jî li vî welatî êdî "çapameniya kurd" heye. Ji bo xwedîderketina li wan hewce nake em di heman xetê de bin. Em bizanin ku azadiya wan di heman demê de azadiya me, bes..."