Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e 2022-06-20 10:42:33   STENBOL - Zava Mesût Karçik ê ji ber di daweta xwe de kefiya kesk sor û zer avêtibû stûyê xwe hate girtin, di hevdîtina bi birayê xwe re kir de wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê xwedî li çanda xwe derkevin. Serê me bilind e.”   Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di 14’ê Hezîranê de zava û 9 kesên di dawetê de yên şala kesk û sor û zer avêtibûn stuyê xwe hatibûn binçavkirin. Polîsan ji ber daweta ku di 12’ê Hezîranê de li Hêwana Mehrbirînê ya Şaredariya Esenyûrtê hatibû kirin ji bo îfadeyê gazî zava Mesût Karçik û 9 kesên çûbûn dawetê kiribûn. 10 kesên çûbûn Qerqola Polîsan a Kiraçê hatibûn binçavkirin.   10 KES HATIN GIRTIN   Polîsan ji ber şalên kesk û sor û zer û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya her 10 kesan girtibû û di 15’ê Hezîranê de ew sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê kiribûn. Dozgeriyê jî her 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kiribûn û dadgeriyê jî bi heman îdiayê derbarê zava Mesût Karçik, Tahsîn Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Ûmût Kaplan, Îbrahîm Baran, Cahît Karçik û Bûrhan Topçû de biryara girtinê dabû û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.   Her wiha 4 muzîkjenên ku di dawetê de kilam gotibûn jî hatibûn binçavkirin û bi şertê qedexekirina derveyî welêt hatibûn berdan.    30 SAL IN ZEXT BERDEWAM DIKIN    Kekê zava Mesût Karçik, Refîk Karçik bertek nîşanî girtinan da û bi lêv kir ku zextên polîsan ên li ser wan bûye bi awayekî sîstematîk. Karçik, da zanîn ku di sala 1992’an de ji ber zexta li ser fikrên wan ên siyasî ji Wanê hatine Stenbolê û anî ziman ku li vê derê jî bi zext û zordariyê re rûbirû dimînin. Karçik, diyar kir ku tevî zextan ji fikrên xwe yên siyasî tavîz nedan û wiha got: “Ji ber vê yekê çavên polîsan her tim li ser me ye.”   ‘POLÎSAN RANEKIRIN’   Karçik, da zanîn ku ji ber gelek ferdên malbata wan di bin banê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de siyaset kirine hatin girtin û bi lêv kir ku kekê wî yê bi navê Edîp Karçik jî ji sala 2021’an ve di girtîgehê de ye û 4 sal cezayê wî maye. Karçik, bal kişand ku ji malbata wan 10 kesên din jî hatin girtin û qala daweta ku bû sedemê ferdên malbata wan kir. Karçik, anî ziman ku ji bilî Ewropa û bajarên herêmê ji Stenbolê jî gelek nûnerên partiyên siyasî beşdarî dawetê bûne û wiha berdewam kir: “Em çand û edetên xwe di dawetan de didin jiyîn. Ji ber daweta me qelebalix bû polîsan ranegirt û ji ber vê yekê ketine hundir. Rengên kesk, sor û zer çanda me ne. Em di dawetan de diavêjin ser milên zava. Ev yek kirine mijara sûc.”   DOZGER Û DADGER GUHDAR NEKIR   Karçik, bi lêv kir ku bi hezar salan e van rengan weke çanda xwe dizanin xwedî lê derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê piştî dawetê polîs geriyan û gazî îfadeyê kirin. Heke em neçûbûna wê bi darê zorê me birina. Ji ber me tu sûc nekiribû em çûn.” Karçik, anî ziman ku 10 kes piştî îfadeya wan a miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin lê berî ku dozger û dadger wan guhdar bikin ew şandin girtîgehê.   ‘EM Ê XWEDÎDERKETINA XWE BIDOMÎNIN’   Karçik, diyar kir ku bi salan e qehwexaneyeke wî heye lê polîst her tim tê zextan li wan dike û ev tişt gotin: “Heke em çanda xwe, edetên xwe jî pêk neyînin, em ji bo çi dijîn? Di hemû cîhanê de herkes bi çand, ziman û edetên xwe dawetên xwe dike. Ev roj rojeke taybet e. Lê polîsan ev roj li me heram kirin. Lê em paş ve gavê naavêjin. Ji niha û pê ve jî em ê bi heman awayî xwedî derketina li çand û zimanê xwe bidomînin. Ev çanda me ye û teşeya jiyana me ye. Polîs dibe ku bibêjin ‘me ev tişt kir wê dest jê berdin’ lê lazime bizanin ku xwe dixapînin. Ev jiyana me ye em ê wisa bijîn.”   JI ZAVA PEYAMEK HEYE   Karçik, da zanîn ku tiştên qewimîn ji hemû kurdan re peyameke û wiha pê de çû: “Ev tişt tenê li me nehatiye kirin. Li hemû kurdan hatiye kirin. Gazî stranbêjan kirine û pirsa “We çima muzîkên kurdî gotine” kirine. Gelo wê da çi lê bidin? Zimanê me govenda me stranên me bi kurdî ne, kurdî jî hunera me ye. Em rêzê ji zimanên din re digirin. Lazime ew jî rêzê bigirin. Ev ne cara ewil e û nabe ya dawî jî. Lê em jî dest jê bernadin. Hewl didin ku bi van zextan em ji fikrên xwe yên siyasî tavîz bidin. Lê dixwazim careke din bêjim ku em dest ji partiya xwe û çanda xwe bernadin. Partî partiya me ye.”   Karçik, diyar kir ku çûye serdana ferdên malbatê yên di 17’ê hezîranê de hatine girtin û niha li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin û da zanîn ku moralê wan di cih de bûye. Karçik, da zanîn ku birayê wî û kesên din ên hatine girtin li cihê hevdîtinê bi gerandina govendê û gotina stranên kurdî bertek nîşan daye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Gotin tu tişteke şerm û fedî nekirine û serbilind in. Her wiha peyama ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li çanda xwe derkevin’ dan.”   MA / Mehmet Aslan