Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin 2022-06-20 10:20:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Rojbîn Denîz diyar kir ku êrişa li dijî Meclisa Gel a Sinûnê bi hevkariya PDK’ê pêk hatiye û got: “PDK bi piştevaniya Tirkiyeyê êrişî êzdiyan dike.”    Piştî “Peymana Şengalê” ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlêrê de hat îmzekirin, êrişên sîstematîk ên li dijî êzdiyan berdewam dikin. Tirkiye bênavber ji hewayî ve êrişan pêk tîne û artêşa Iraqê jî Şengalê dorpêç dike. Her wiha PDK jî her tim Şengalê hedef nîşan dide. Herî dawî Tirkiyeyê bi balafira biçek a bêmirov (SÎHA) êrişî Meclisa Gel a Sinûnê kir û di encama bombebaranê de Selah Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê xwe Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan.    Rojnamevan Rojbîn Denîz geşedan û êrişên li ser Şengalê nirxand.    ‘ÊZDIYAN TENÊBÛNÊ JI SER XWE AVÊT’    Rojnamevan Rojbîn Denîz diyar kir ku di her êrişa li dijî Şengalê de hevkariya PDK’ê heye û got: “Osmaniyên ku bendika çarenûsa êzdiyan girtibûn û piştre jî Komara Tirkiyeyê, li pey êzdiyan çûn Şengalê. PDK’ê di rêwîtiya qirkirinê de Osmaniyan bi tenê nehişt. Afirînerên qirkirinê Tirkiye û PDK'ê ku bi roleke sereke radibin di her firsendê de li dijî civaka êzdî û baweriya wan qirkirinek pêk anîn. Her jenosîd ji bo civaka êzdî êşa tenêbûnê ye û ew bi tenê û bindest hatin hiştin. Qirkirina ku di sala 2014’an de bi sere Şengalê de hat bi berberî û giranî bi qasî fermanên din bû. Civaka êzdî bi vê fermanê tenêtiya ku di fermanên din de mabû ji holê rakir. Şengal ku weke koka hevsengiyê tê zanîn, xwest bi 74 fermanan bi dawî bibe. Armanc ev bû, lê nikaribûn êzdiyan biqedînin. Civaka êzdî ya ku rastî qirkirinê hat û bi qirkirinê re rûbirû ma, di nava demê de dubarekirina xwe veguherand ezmûnek."   ‘ÊZDÎ AZAD DIJÎN’    Denîz anî ziman ku bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re êzdî bi awayekî azad jiyan kirin û wiha axivî: “Piştî fermanê Şengal zû xwe rizgar kir. Meclisên gel li ser pêwîstiyên nîzama giştî ya êzîdxanê hatin avakirin. Ji bo civaka êzidî ya li Iraqê her tim qanûn pûç bûn. Mafê jiyan û parastinê yên êzdiyan tunebû. Civaka êzdî ya ku li Iraqê bêhêz e û nikare desthilatekê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên civakî bibîne, qadên ku bikaribe xwe biparêze û çareseriya pirsgirêkên gel peyda bike ava kiriye. Dizanibûn ku ew nikarin xwe bippêrên PDK’ê û Iraqê. Meclisên gel û asayîşa giştî ya êzdiyan a li Şengalê hate avakirin, bi feraseteke hevpar li cem gel bûn. Piştî fermanê 8 sal in êzdî xwe bi xwe birêvedibin û diparêzin. Ji her kesî re nîşan dan ku bêyî ku girêdayî PDK û dewleta Iraqê bin, dikarin li êzidxanê bijîn.”   PDK TIRKIYEYÊ SOR DIKE    Denîz destnîşan kir ku Iraq û PDK’ê nikarin sîstema demokratîk a li Şengalê hatiye avakirin tehamûl bikin û ji ber vê jî dest bi êrişên plankirî kirine û dewam kir: “Tirkiye û PDK’ê li dijî îrade û hebûna civaka êzdî ketin nava tevgerê. Di salên dawî de hedefgirtina pêşengên civaka êzdî û zarokên wan ji ber vê yekê ye. Di dema ku Mervan Bedel bû armanca êrişan, zarokên wî jî li gel wî bûn û di êrişa dawî de jî Meclisa Gel û qada sûkê ya li navenda Sinûnê bi zanebûn û biplankirî hatin hedefgirtin. Di vê êrişê de Salihê 12 salî û xebatkarên Meclisa Gel û 7 kes ku di nav de rojnamevanek jî heye birîndar bûn. Ya ku Meclisa Gel dike armanca êrişan PDK ye. PDK dixwaze Şengal vegere serdema beriya fermanê. Civaka êzdî dixwaze tiştên di fermanê de qewimîne ji bîr bike. Civaka êzdî nemaze jî jin, pêşmergeyên girêdayî Barzanî naxwazin û bi awayekî eşkere jî viya dibêjin. PDK dizane ku gel wê naxwaze. Ji ber vê yekê jî PDK dixwaze bi zext û êrişên Tirkiyeyê li êzdiyan, kurdan bixe. Bi tirsandinê serî li plana tepisandinê dide.”    WÊNE DIJMINATIYA ÊZDIYAN NÎŞAN DIDE    Denîz da zanîn ku PDK'ê bi rêya Haydar Şeşo hewl dide li Şengalê provokasyonê bike, lê ev rewş ji aliyê gel ve hat astengkirin û got: "Êrişên MÎT'ê û firoşkarên wê ne tenê li ser Şengalê her wiha li ser Rojava jî pêk tîne. Têkoşîna azadiyê ya ku îradeyê xurt dike û qadên ku îradeya gel lê pêk tê rasterast hedef tê girtin. Êrişa li ser navenda Sinûnê ya 15’ê hezîranê wêneyekî dijminatiya êzdiyan a PDK-Tirkiyeyê ye. Cenazeyê Saleh yê biçûk şewitîbû ji bo bijî di hembêza bavê xwe de têdikoşiya. Dîsa lênûsk, pênûs, pirtûk, jêbir û hemû pêdiviyên zarokan ên dibistanê ku li kirtasiyeyê şewitîbûn pîvanên hovîtiyê û dijminatiyê dide nişandan. Ew hêrs û êşa li wir xwe di objektîfa me de dida xuyakirin. Xeyalên zarokan ên xwendinê tevî hevalên wan Saleh ve şikestin. Digotin, 'Em ê ji niha û pê ve lênûsk û pênûsên xwe ji ku bi dest bixin?' PDK û Tirkiye di dîrokê de wekî dijminatiya zarokan û dijminatiya êzdiyan cihê xwe girtine. Tirkiye bi van êrişên hovane dixwaze xwe bigihîjne xeyal û sînorên xwe yên Misak-i Millî.”