Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin 2022-06-20 09:14:52   COLEMÊRG - Dayika Suleyman Kaçar ku di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest da Gulê Kaçar, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê da û ev tişt got: "Ger PDK û Barzanî wiha berdewam bikin wê axa di destê xwe de jî winda bikin. Êdî bila rê nedin dijmin û bila ji axa me bê derxistin."   Artêşa Tirkiyeyê, bi hevkariya PDK'ê di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke mezin kir. Ev êrişa Tirkiyeyê hê jî didome û li ser xeta sînorê bakur û başûrê Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Dayika Suleyman Kaçar ku di 29'ê tebaxa 2021'an de li Xelîfanê bi 4 hevalên xwe re ket kemîna PDK'ê û jiyana xwe jidest da Gulê Kaçar, derbarê êrişên Tirkiyeyê de axivî û bertek nîşanî êrişan û hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişan da.    'EM BAŞ DIZANIN KU WAN KUŞTIYE'   Gulê Kaçar, nêzî salekê ye li cenazeyê kurê xwe digere, diyar kir ku ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe çûye Herêma Kurdistanê û rexmî ku bi rayedarên Herêmê re hevdîtin kiriye jî derbarê cenazeyê kurê xwe de tu agahî bi dest nexistiye û wiha got: "Ez cenazeyê kurê xwe ji kesên ku kurê min kuştine dixwazim. Daxwaza min ew e ku cenazeyê kurê min bidin û ez carna bikaribim biçim ser gora kurê xwe. Dema em ji hêzên PDK'ê pirs dikin, dibêjin ku wan nekuştiye û nedîtine. Em jî baş dizanin ku wan kuştiye, lê nizanin ku çi ji cenazeyê me kirine. Em cenazeyê xwe ji wan dixwazin. Dibe ku cenazeyê me şewitandibin û avetibin cihekê."    'KURÊ MIN BI DESTÊ BIRAYÊ XWE HAT KUŞTIN'   Di berdewama axaftina xwe de Kaçar, bi lêv kir ku xwîna kurê wê bi destê pêşmergeyên Mesûd Barzanî ve ye û wiha pêde çû: "Ez baş dizanim ku lawê min wan kuştiye. Bila ji me re bibêjin, 'Me kuştiye cenaze di destê me de ye'. Qet nebe bila dilê me rehet bibe. Şerm nake hê jî îxanetê dike. PDK ji bo kurdan zalim û bêwijdan e. Bila dev ji wan xeletiyan berde. Bes e êdî bila birayê xwe nekuje. Heya kîngê wê di nav îxanetê de be? Dewleta tirk kurê min kuştiba, min ê fêm bikira. Lê mixabin bi destê birayê xwe hat kuştin. Ji ber vê ez pir bihêrs û aciz im."   ‘ÊDÎ BILA RÊ NEDIN DIJMIN Û AXA ME DE BÊ DERXISTIN’   Kaçar, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê da û ev tişt anî ziman: "Heq nîne ku PDK tev li  operasyona kuştina birayê xwe bibe. Kuştina kurdan a bi destê PDK'ê xelet e. Ez bang dikim ku demlidest ji vê xeletiya xwe vegere. Mesûd Barzanî wê heta kîngê bi kurdan re şer bike? Bila demildest cenazeyê me bide û em bikaribin cenazeyê xwe li ser axa xwe veşêrin. Ev der axa Tirkiyeyê nîne, axa gelê kurd e. Barzanî axa me da destê tirkan. Ger PDK û Barzanî wiha berdewam bikin wê axa di destê xwe de jî winda bikin. Êdî bila rê nedin dijmin û bila ji axa me bê derxistin."