Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin 2022-06-20 09:02:59 AMED - Ji niştecihên taxa Kitilbilê Fesîh Karakûzû, bertek nîşanî guhertina navê taxa wan ji aliyê qeyûmê Sûrê ve daev tişt got: "Destpêkê îstîmlaq kirin niha hî navê wê guhertin. Em ê destûr nedin vê û serî li darazê bidin."   Navê taxa Kitilbil a navçeya Sûrê ya Amedê bi navê "Fetîh" hat guhertin. Qeyûmê Sûrê bi 3 endamên meclisa xwe ku weke wî hatine tayînkirin ve biryara guhertina navê taxê da. Weke hincet jî zehmet anîna ziman a navê taxê nîşan dan û ji ber ketine kontrola îslamê navê taxê "Fetîh" danîn.      DÎROKA KITIBILBILÊ   Taxa Kitilbil, yek ji taxên herî kevn ên navçeya dîrokî Sûrê ye. Taxa ji taxa Sadî heta taxa Kiliç diçe û nêzî 400 salan tabirdûya wê heye. Li gorÎ vegotinan berê ermenî li vê taxê jiyane. Li gorî hin çavkaniyan jî suryanî li taxê jiyane. Ji bo Zanîngeha Dîcleyê, di sala 1662'yan de bi îstîmlaqê tax hat valakirin. Niha Zanîngeha Dîcleyê jî di nav de bi sedan mal lê taxê hene û 10 hezar kes lê dijîn.    NIŞTECIH LIN DIJÎ GUHERTINÊ NE   Ji ber ku bêyî ji wan bê pirsîn navê taxa wan hatiye guhertin bibertek in. Ji niştecihan Fesîh Karakûzû, diyar kir ku 200 sal in malbata wî li taxê dijî û wiha axivî: "Goristana malbata me hê jî li vir e. Beriya du rojan keya li min geriya û got ku navê gundê me hatiye guhertin. Bêyî ku ji mirov bipirsin li gorî serê xwe navan diguherînin. Navê vî gundî 400 sal e wiha derbas dibe. Herî kêm dikaribûn nêrina mirovên li vir dijîn bigirin. Robirdûya vir heye. Divê rêz ji mirovên li vir dijîn re bê girtin."   DESTPEKÊ ÎSTÎMLAQ PIŞTRE JÎ NAV GUHERTINE   Karakûzû, da zanîn ku bi demê re malên li gund kêm bûne û ev tişt anîn ziman: "Herî dawî em 30 mal man. Mala herî kevn em in. Herî dawî em jî di sala 1970'yî de derketin. Piştî îstîmlaqê erdên gund bi ser zanîngehê ve berdan. 10 hezar mirovan tune hesibandine û nav guhertine. Goristanê me jî hene lê niha dagir kirine. Li wir qafeyan çêkirine. Erdên me ji me girtin û me koçber kirin. Em li dijî guhertine navê xwe ne. Beriya 400 salan ev gund bi vî navî bû, bila piştre jî wiha be. Ev ne zehmet anîna ziman e. Fetîh zortir e. Belim xwe dispêrin tiştekî din û nav diguherînin. Lê em ê navê gundê xwe neguherînin. Pêwîst bike em ê serî li dadgehê bidin. Çi pêwîst bike em ê bikin. Ez ê serî li dadgehê bidim. Em qebûl nakin. Beriya niha wê navê Karaçaliyê jî biguhertina lê piştî dadgehê dan rawestandin. Di bin vê de tiştek din heye. Em ê destûr nedin."