HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand 2022-06-19 13:52:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD'ê têkildarî Ferhad Şiblî yê li Kelarê di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da wiha got: "Hedefgirtina Şiblî karekî tirsonek e."   Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û hevalên wî ku di 17'ê Hezîranê de li navçeya Kelarê ya Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariya HSD'ê di daxuyaniya xwe de wiha got, "Bi vîn û israreke zêdetir, me agahiya şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî bihîst. Hedefgirtina Ferhad Şiblî ji hêla artêşa tirk a dagirker ve karekî tirsonek e, ku hîna jî êrişên dewleta tirk yên terorîstane bi armanca ku gelê me têkoşîna xwe ya di oxira rizgarkirina xakê û gel ji terorê de berdewam nekin, didomin."   Berdewama daxuyaniya HSD'ê wiha ye: "Me têkoşer Ferhad bi têkoşîn û fedekariya wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir. Têkoşerekî bi hêz bû, di karê xwe de bê dudilî bû û di doza gelê xwe de xwedî helwesteke sabît bû. Kesayeteke di têkoşîna xwe de dilnizm, xweşbîn û wefedar bû. Jiyana xwe xist avakirina aliyên jiyanê di hemû rewşên dijwar de.   Rêwîtiya şehîd Ferhad a siyasî û rêxistinî ya dirêj di damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşdeçûna têgehên têkoşînê li cem gel û kadroyên me de roleke mezin lîst. Ruhê lêborîn û hevkariyê di nava hemû pêkhateyên herêmê de bi xwespartina li rêgez û fikrên biratiya gelan ava kir. Roleke bingehîn û aktîf mîna fermandarekî siyasî di avakirin û pêkanîna projeyên avakirina rêxistinî, fikrî û civakî de list û bû parçeyek ji destkeftiyên ku ji berhemên şerê dirêj ê gel û şehîdên me pêk anîne.   HÊZÊN ME WÊ BI RÊBAZÊN LEŞKERÎ YÊN REWA TOLÊ HILÎNIN   Hedefgirtina şehîd Ferhad ji aliyê dagirkeriya tirk ve reftarê wê yê sûcdariyê li dijî têkoşer û gelê me nîşan dide. Her wiha rewabûna têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî ku gel û hêzên me li hember êrişên dagirkeriyê û dijminahiya wê ya mayînde rave dike. Hewldanên têkçûyî yên hedefgirtina têkoşerên me nikarin li pêş têkoşîna gel û hêzên me û pêkanîna fedekariyan bibin bend, lê ji wê zêdetir israra li ser rêxistin, girêdana binirx û destkeftiyên şehîdan, her wiha temamkirina amadekariyên rizgarkirina herêmên dagirkirî bilind dibe.   Hêzên me ku barê parastina gel û xakê hilgirtiye, sûcên dagirkeriyê û hemû sûcên wê yên berê efû nakin û piştrast dikin ku ew ê bi rêbazên leşkerî yên rewa û guncaw tolê hilînin û heta derbê li leşkerê dawî yê dagirker li xaka me bixin, têkoşînê bilind bikin. Li ser vê yekê, em sersaxiya malbata şehîd, hevrê û gelê xwe dixwazi û piştrast dikin ku em yeqîn in ku keda şehîd dê bibe destpêka hemleyeke nû ya li ser rêya rêxistinkirina girseyî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."