Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn 2022-06-19 12:47:22   AMED - Yek ji serokê Odeya Bijîşkan ê Amedê yê berê Dr. Îlhan Dîken, di 8’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.    Odeya Bijîşkan a Amedê, yek ji serokê odeyê yê berê Dr. Îlhan Dîken di 8’emîn salvegera mirina wî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê bi bîr anî. Malbata Dîken, parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û endamên Odeya Bijîşkan ên Amed û Stenbolê tev li bîranînê bûn.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ BIDOMÎNIN’   Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Tûran a di bîranînê de axivî, wiha got: “Kek Îlhan dema bijîşktiya xwe de her tim têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê meşand. Ji me re mîrateyek hişt em jî hewl didin wî mîrateyî bi layiqî bidin jiyîn. Em ê ji bo welatek û cihaneke ku wî dixwest têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘QASIDÊ AŞTIYÊ BÛ’   Dû re parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz da zanîn ku di salên 90’î de Dîken nas kiriye û wiha axivî: “Dîken ji bo tenduristiya civakê gelek têkoşiya. Bêyî ku bipirse ji bo herkes baş bijî têdikoşiya. Dema ji ber bijîşktiya xwe dihat darizandin ji sekna xwe ya rast qet tawîz neda. Di nav rêveberiyên herêmî de jî têkoşiya. Îlhan ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû mirovên li welat dijîn xebat dimeşandin, qasidekî aştyê bû.”   Birayê Dîken, Şeyhmûs Dîken jî bîranînên wî vegotin û wiha got: “Di tevahiyê jiyana xwe de parveker bû.” Hevjîna Dîken, Huda Dîken jî wiha axivî: “Îlhan felsefeyek e. Kêm diaxivî lê fikrên wî yên xwedî wateyên kûr hebûn.”   Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li ser gora Dîken bi dawî bû.