Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne 2022-06-19 12:13:46   ŞIRNEX - Cerdevanê ku ji herêma Zapê ya êrişên AKP’ê û MHP’ê lê didomin re hatiye şandin, got ku hinek leşkerên ku li herêmê hatibûn danîn, winda ne.    Êrişên Tirkiyê ku bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh dabûn destpêkirin didomin. Di êrişên ji du mehan zêdetir berdewam dike de, bikaranîna çekên kîmyewî jî didome. Ji ber ku di êrişan de tu encam nayên bidestxistin, cerdevan jî ji qadê re tên şandin. Hinek cerdevan naxwazin di êrişan de cih bigirin.    LEŞKER WINDA NE   Cerdevanê ji navçeya Elkê ya Şirnexê beriya mehekê ji herêma Zapê re hatibû şandin û vegeriyaye got ku di êrişan de tu pêşketin nîne. Cerdevanî anî ziman ku wan nikaribûn ji mewziyên xwe derbikevin û wiha got: “Me nedikarî bilivin, tenê temaşe dikir. Herî dawî ji herêmê re bi Skorskiyan gelek çawişên pispor û leşker şandin. Dewletê got ku 'kes li vir nîn e' bi rehetî  leşkerên xwe danîn. Lê çawa ku leşker danîn jinên PKK’yî ew dorpêç kirin. Leşkeran ji tirsan nezanîn dê bi kîjan alî ve biçin. Hem ji ber herêm nedizanîn hem jî ji ber derdora wan hatibû dorpêçkirin nezanîn dê çi bikin. Piraniya leşkerên li herêmê hatin danîn winda ne. Kes nizane ku PKK’iyan ew sax girtin an jî leşker li herêmê winda bûn.   ‘TILÎLÎ LI WIR BILIND DIBIN’   Cerdevan anî ziman ku li herêmê tirsek heye û wiha berdewam kir: “Jin beriya ku bikevin şer dilîlînin. Me li wê derê du caran dengê tilîlîyan bihîst. Cara ewil dema dikevin şer û cara din jî dema bi serkeftinê ji wir vedikişin dilîlandin. Van tilîliyan leşker gelek ditirsandin. Ji ber ku tilîliyek hatina wan nîşan dide ya duyemîn jî xelaskirina wan nîşan dide. Tişta me li wir dibîhist dengê tililiyan bû. Li Zapê dengê tilîliyan bilind dibû.”   BAREGEH HATIN RAWESTANDIN    Cerdevan anî ziman ku encama dihat xwestin bi dest neketiye û girêdayî vê yekê baregehên ku dixwestin ava bikin jî hatine sekinandin û ev tişt gotin: “Gelek maşîneyên kar çûn. Dema ku leşker tên û çiyayên li Zapê dibînin gelek ditirsin. Ji bo ku xwe ji wan çiyayan xelas bikin her tiştî dikin. Leşkerên tên û van çiyayan dibînin poşman dibin û tayîna xwe dixwazin.”