Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir 2022-06-19 10:46:57   MÊRSÎN - Kesekî ku 2 jin tacîz kiribûn bi çekê êrişî rêveberê Navenda Giştî yê ÎHD’ê Îlhan Kiliç kir.    Kesekê di 18’ê Hezîranê de li derketina restoranteke taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê 2 jin tacîz kiribûn. Ji ber rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Kiliç ew kes hişyar kiribû, ji aliyê wî kesî ve bi çekê êriş lê hate kirin. Hate hînbûn ku Kiliç ê rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê wê çend rojan di bin muşahedeyê de bimîne. Hate ragihandin ku guleya bi laşê Kiliç ketiye wê rojên pêş de diyar bibe ku dê bê derxistin an na.    Hate hînbûn ku êrişkarê ku Kiliç birîndar kiriye piştî hatiye binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi şertê “hefsa malê” hatiye berdan.