Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe 2022-06-19 09:26:19   AMED - Rojnamevanên ji bo piştevaniya rojnamevanên hatin girtin ji Stenbol û Enqereyê hatin Amedê diyar kirin ku çapemeniya kurd tenê nîne û wiha gotin: “Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe.”   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêvebir de di 8’ê Hezîranê de bi serdegirtina mal û saziyên çapemeniya azad de 22 kes hatibûn binçavkirin û ji 22 kesan 16 rojnamevan hatibûn girtin.  Rojnamevanên ku endamê DÎSK Basin Îş’ê ne û Koalîsyona Jinê ya di Rojnamevaniyê de ji bo bertekê nîşanî girtina rojnamevanan bidin û li dijî êrişên li ser çapemeniyê piştgiriyê bidin hatin Amedê, têkildarî girîngiya piştevaniyê axivîn.    ‘ARMANC ROJNAMEVANÊN KURD IN’   Rojnamevan Sîbel Yukler bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di zextên li ser çapemeniyê de ewilî rojnamevanên kurd hedef tên girtin. Yukler, bal kişand ku girtin û binçavkirina ser çapemeniya kurd bi xwe re komkujiyan jî tîne û bi bîr xist ku di dema pêvajoya binçavkirina rojnamevanên kurd berdewam dikir de li Meclîsê “Qanûna Dezenformasyonê” derbas bû.    Yukler, anî ziman ku dema li ser çapemeniya kurd girtin çêdibin li rojavayê Tirkiyeyê bêdengiyek çêdibe û wiha got: “Me ne xwest di nava vê bêdengiyê de bimînin. Em bi hevalên xwe yên rojnamevanan re ketin rê û me xwest li Amedê piştevaniya hempîşeyên xwe bikin. Beriya niha jî me nêzî 900 sazî û rojnamevanan îmze komkirin û daxuyaniyek weşand. Pişt re me hatina vir organîze kir. Lê bi hatina vir xelas nabe. Heta ku hevalên me werin berdan heta heya ku darizandina wan biqede em ê mijarê di rojevê de bihêlin.”    ‘EM HATINE BARÊ WAN HILGIRIN’   Yukler, bal kişand ser gotina rojnamevan Omer Çelîk ê berî ku bê girtin a “Barê me yê li ser milên wan” û wiha got: “Em hatin wî barî bigirin ser milê xwe. Çi li Tirkiyeyê çi rayagiştî ya navnetewî be bi dengên em ê derxînin em ê 16 rojnamevanên hevalên xwe paş ve bigirin.”   ‘EV AGIR WÊ HERKESÊ BISOJE’   Yukler, anî ziman ku rojnamevanên kurd cara ewil nayên girtin, gelek rojnamevanên kurd di girtîgehan de ne û wiha berdewam kir: “Bi taybetî ji sala 2016’an ve kesên ku dişînin girtîgehan em bifikirin divê em îro dengê xwe zêdetir derxînin. Heke em zêdetir deng dernexînin, wê sibê kesên paş de man jî bên girtin. ‘Ev agir wê herkesê bisoje’. Em di rewşeke wisa de ne. Em ji bo vê li vir in. Wê ev piştevanî jî ev têkoşîn jî mezin bibe.”   DESTNÎŞANKIRINA HEVKARIYÊ   Rojnamevan Derya Okûtan jî diyar kir ku rojnamevan bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Okûtan, anî ziman ku wê li Amedê hin serdanan bikin û bi parêzerên rojnamevanên hatin girtin re hevdîtinan bikin. Okûtan, da zanîn ku di çarçoveya piştevaniya rojnamevanên endam û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) hin biryar girtine û wiha got: “Dibe ku îro ev êriş tenê li ser çapemeniya kurd be lê li pêşiya me Qanûna Dezenformasyonê heye. Divê bê zanîn ku bi vê qanûnê beşeke mezintir di bin gefan de ye.”   Okûtan, destnîşan kir ku sedemê herî mezin ê girtina rojnamevanan êrişên derveyî welat in û wiha berdewam kir: “Berî her êrişên derveyî welat, li dijî çapemeniya kurd operasyon tên lidarxistin û rojnamevanên kurd tên girtin. Em ketin pêvajoyeke hilbijartinê jî û diyar e em ê pêvajoyeke antîdemokratîk bibînin. Diyar e ku wê di vê pêvajoyê de êrişên li dijî mafê agahdarkirina gel êriş berdewam bikin. Ji ber wê yekê ku em difikirin ji bo hevalên me xebatekê bidin meşandin û dixwazin nîşan bidin ku ew ne tenê ne.”   Okûtan, da zanîn ku hempîşeyên wan ji ber karên rojnamevaniyê hatine girtin û ev bang li rojnamevanan kir: “Ez bang li rojnamevanên li rojavayê Tirkiyeyê dikim. Beriya niha jî me bi piştevaniyê hevalên xwe ji girtîgehê wergirtin. Em dikarin dîsa vê yekê bikin. Heke em piştevaniyê xurttir bikin dikarin wan jî ji girtîgehê derxînin.”   ‘DIVÊ MIROV BILEZ TEVBIGERE’   Endama Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin Îş’ê Elîf Akgul jî bi lêv kir ku armanc dikin ku bêdengiya li dijî girtina xebatkarên çapemeniya azad hilweşînin û ev tişt gotin: “Qasî ku ev zext zêde dibin em vê jî dibînin;dema rojnamevanên kurd tên girtin dûrketinek çêdibe. Ez dibêjim desthilat vê rewşê bikartîne. Hevalên ku ji bajarên cuda tên jî dikarin li vir bigirin. Lê lazime rêxistinên çapemeniyê bi lez tevbigerin. Divê di vê mijarê de rêxistinên çapemeniyê çalakiyan di nava xwe de birêxistin bikin. Me bang li gelek saziyan kir lê tenê ji Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de Ceren Îskît tev li me bû. Em niha ev qas in lê em ê zêde bibin. Ev zext hemû tenê rojnamevanan hedef nagire. Ev pirsgirêk bi girtina rojnamevanan an jî bi berdana wan çareser nabe. Esas ev hewldanên li dijî mafê agahî girtina rayagiştî û guhertina heqîqetê ye. Divê mirov xwedî li mafê xwe yê agahdarkirinê derkevin ku bi vî awayî li rojnamevaniyê û rojnamevanan jî xwedî derkevin.”     MA / Cengîz Ozbasar - Mujdat Can