Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne 2022-06-19 09:03:29   ÎZMÎR - Sekreterê OHD a Şaxa Îzmîrê Parêzer Ozcan Sarioglû ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, diyar kir ku Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan tenê hewl didin binpêkirinên mafan li derewê biqelibînin û got: "Gava mesele dibe girtiyên siyasî kes berpirsiyariya xwe nayne cî."    Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gor rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) jî di sala 2022'yan de îsal herî kêm 17 girtî jiyana xwe ji dest dane.    Sekreterê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Parêzer Ozcan Sarioglû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand.    'TOL TÊ HILANÎN'   Sarioglû bilêv kir ku girtiyên nexweş çendî tenduristî û siheta wan xirab e jî nayên berdan û got: "Mesela Mehmet Emîn Ozkan, bi salan e girtiye û nayê berdan. Girtiyên ku li gor qanûnên heyî divê bên berdan, nayên berdan. Dewlet bi vî awayî tilê distîne û wan di girtîgehê de dihêle. Girtiyên nayên berdan jiyana xwe ji dest didin. Di demên dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Bi taybetî jî li herêma Egeyê; Abdulkadîr Şûyûr, Mehmet Sevînç û Abdullah Ece."    Sarioglû destnîşan kir ku pirsgirêka ewil a girtiyên nexweş nedermankirin e û muwekîlên wan di dema çûn û hatine nexweşxaneyê de bi pirsgirêkên pir cidî re rû bi rû dimînin. Sarioglû got: "Di dema çûna nexweşxaneyê bi xwe de gelek binpêkirinên mafan rû didin. Lêgerîna li hundirê dev, ferzkirina lêgerîna tazî hwd. bi gelek pêkanînan re rû bi rû dimînin. Bi vî awayî mafê xwegihandina tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin."   RAPORÊN ATK'Ê   Sarioglû ji bo raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" yên girtiyên nexweş jî got: "Gava raporên 'nikare di girtîgehê de bimîne bigihên ber destê dozgeriyan an jî muxataban, ewilî pêvajoyeke sewqkirina ji bo nexweşxaneyê dest pê dike. Lê gelek girtiyên ku sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) tên kirin, ATK raporên 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide wan. Girtiyên ku rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' digirin jî, berdana wan ji aliyê dozgeriyê an jî midûriyeta polîsan ve tê astengkirin. Bi taybetî jî di vî warî de girtiyên siyasî hedef tên girtin. Ev jî dibe sedema mirina girtiyan."    Sarioglû bal kişand ser şewitandina înfaza girtiyan jî û got: "Bi hincetên pûç û vala înfazên girtiyan tên şewitandin."    'KESÊN ÎŞKENCEYÊ DIKIN DÊ BÊN DARIZANDIN'   Sarioglû destnîşan kir ku berpirsê van binpêkirinanan hemûyan Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan e û got, Wezareta Dadê bi biryarên siyasî hewl dide ser van pêkanînan bigire. Sarioglû diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan jî bi heman awayî tevdigere û hewl dide binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li derewê biqelibîne. Sarioglû got: "Lê tiştên diqewimin li ber çavan e. Gava Gava mesele dibe girtiyên siyasî kes berpirsiyariya xwe nayne cî. Lê divê neyê jibîrkirin ku her kes li bara qanûnan wekhev e. Lewma divê daraz van tiştan bi awayekî bêalî binirxîne. Dibe ku hemû serlêdan bêencam bimînin, lê gava di warê demokratîk de li Tirkiyeyê hin gav bên avêtin dê hemû kesên niha neheqiyê dikin, îşkenceyê dikin bibin bersûc."    MA / Delal Akyuz