ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-19 09:00:07   * Ji 16 rojnamevanên hatin girtin Omer Çelîk, 14 sal in tevî hemû binçavkirin, girtin, îşkence û gefxwarinan jî pênûsa xwe her tim ji bo ragihandina heqîqetê xebitandiye.     * Amediyan ku bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan, diyar kirin ku rojnamevanên kurd ji ber ku rastiyên li xwe desthilatê naçin nivîsandine hatine girtin û gotin: "Dê dor bê kesên bêdeng mane jî."    * Sekreterê OHD a Şaxa Îzmîrê Parêzer Ozcan Sarioglû ku bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, diyar kir ku Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan tenê hewl didin binpêkirinên mafan li derewê biqelibînin û got: "Gava mesele dibe girtiyên siyasî kes berpirsiyariya xwe nayne cî."    * Rojnamevanên ji bo piştevaniya rojnamevanên hatin girtin ji Stenbol û Enqereyê hatin Amedê diyar kirin ku çapemeniya kurd tenê nîne û wiha gotin: “Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 468’emîn de berdewam dike.    * Yek ji serokên Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Îlhan Dîken wê di salvegera 8’emîn a mirina xwe li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê were bibîranîn. (10.00)