Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye 2022-06-18 18:43:57   ENQERE - Çapemeniya cîhanê jî bi berfirehî bal kişand ser 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin. Li dehan welatî bi sedan saziyên çapemeniyê diyar kirin ku desthilata Tirkiyeyê dixwaze kurdan bitepisîne û bal kişandin ser pêkanînên dîktatorî yên hikûmeta AKP'ê.    Li Amedê 20 jê rojnamevan 22 kes di 8'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin û piştî 8 rojên binçavkirinê ji kesên binçavkirî 16 rojnamevan hatibûn girtin. Li dehan welatî bi sedan saziyên çapemeniyê piştevaniya xwe ya ji bo rojnamevanên kurd ragihandin. Çapemeniya cîhanê bal kişand ser pêkanînên dîktatorî yên hikûmeta AKP'ê û gotin, tiştên rojnamevan pê tên tawanbarkirin pûç in.    Euronewsê di nûçeya xwe de tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ya rojnamevan pê tên sûcdarkirin wekî îdia ragihandiye û li ser nasnameya rojnamevanan sekiniye. Her wiha di berdewama nûçeya xwe de peyamên rêxistinên çapemeniyê yên girtina rojnamevanan şermezar kirine daye.    REUTERS   Reutersê ku agahiyên Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA) di nûçeya xwe de dane destnîşan kir kiriye têkildarî îdiayan xwe gihandine Serdozgeriya Komarê, lê belê dozgeriyê mijar şîrove nekiriye. Her wiha Reutersê kampanyaya îmzeyan a 837 rojnamevanan û 62 saziyên çapemeniyê jî bibîr xistiye û diyar kiriye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149'an de ye.    JURİST   Juristê jî di malpera xwe de cih daye nûçeyên hiqûqî û şîroveyan û destnîşan kiriye 22 rojnamevan bêyî bi tiştekî bên tawanbarkirin 8 rojan di binçavan de hatine girtin. Juristê nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê wekî çavkanî nîşan dane û destnîşan kiriye ku ev êriş li hemberî çapemeniya kurd hatiye kirin.    THE NATIONAL   Ajansa nûçeyan The Nationalê jî cih daye gotinên Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol onderoglû û destnîşan kiriye ku armanca operasyonan tepisandina tevgera siyasî ya kurd e.    JOURNO   Journoyê jî ji bo girtina rojnamevanan gotiye "Di warê azadiya çapemeniyê de roja herî reş a dîroka Tirkiyeyê." Her wiha bibîr xistiye ku şeva ku 16 rojnamevanên kurd hatine girtin li Tirkiyeyê qanûna dezenformasyonê jî hatiye pesendkirin.    SOT   Ajansa nûçeyan SOT jî bal kişandiye ser rêza Tirkiyeyê ya di endeksa azadiya çapemeniyê de û destnîşan kiriye ku ev êrişa li ser rojnamevanan di dema ku Tirkiye hewl dide êrişê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye kirin.    WSWS   Malpera Sosyalîstên Cîhanê ya Komîteya Navneteweyî ya Enternasyonala Çaran jî di nûçeya têkildarî girtina 16 rojnamevanan de îşaret bi operasyona gengaz a Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kiriye û girtina rojnamevanan şermezar kiriye û xwestiye demildest bên berdan.    VOI   Voice of Indonesia jî di nûçeya xwe de bal kişandiye ser kampanyaya îmzeyan a 837 rojnamevanan û 62 saziyên çapemeniyê û girtina rojnamevanan wekî derbeya li hemberî azadiya çapemeniyê nirxandiye.    MORNING STAR   Morning Star jî bangawaziya rojnamevanekî kurd a ji bo hevpîşeyên xwe di nûçeya xwe de belav kiriye û wê jî bangawazî dubare kiriye û ji bo piştevaniyê bang kiriye.    THE SPARROW   Sparrowê jî di nûçeya xwe de daneyên têkildarî binpêkirinên mafan ên di warê azadiya çapemeniyê de belav kirine û diyar kiriye ku di wexteke ku Tirkiye sinyalên operasyonan dide de rojnamevan hatine girtin û piştevaniya xwe ya ji bo hevpîşeyên xwe yên kurd ragihandiye.    ASIA COMMUNE   Asia Communeyê jî di nûçeya xwe de cih daye daxuyaniyên rêxistinên çapemeniyê û gotiye: "Rojnamevanî ne terorîzm e."