‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’ 2022-06-18 15:48:25 STENBOL - Nûnerên pêkhateyên HDK’ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina endam û rêvebrên HDK’ê dan û gotin: “Divê em HDK’ê bi rêxistin bikin. Em ê li dijî hemû zextên AKP’ê HDK’ya ku li ber xwe dide bipêrazin.”    Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatibû destpêkirin, di 3’yê hezîarnê de 29 endam û rêveberên HDK’ê û HDP’ê hatibûn girtin. HDK’ê û HDP’ê têkildarî girtina 29 kesan li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nûnerên pêkhateyên HDK’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û parlamenterên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Ji bo Civaka Demokratîk Komara Demokratîk em HDK’ê Diparêzin” hat daliqandin.    ‘OPERAYSONA SALA 2023’YAN BI HDK’Ê DAN DESTPÊKIRIN’   Di destpêkê de endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê parêzer Serhat Çakmak axivî û derheqê dosyeyê de agahiyên hiqûqî da û destnîşan kir ku operasyona sala 2023’yan bi HDK’ê hatiye destpêkirin. Çakmak anî ziman ku di dosyeyê de tu delîl tune ne û di warê hiqûqî de tu tiştek li ber çavan nehatiye girtin û got: “Tişta ku em ji vê lêpirsînê û girtinan fêm dikin têkçûna hiqûqê ye.”    ‘JI HDK’Ê DITIRSIN’    Hevberdevka HDK’ê Cengîz Çîçek jî operasyona li dijî kongreya wan pêk wek “operasyona kumpasê” pênase kir û got: “Rejîma AKP-MHP’ê ji bo rejîma yek zilamî li ser lingan bigire, her cûre rê û rêbazan diceribîne. Ev rejîm bûye rejîma kumpasê, talan û desteserkirinê. Em vê operasyonê wek operasyona li dijî nasnameyên bindest ku pêk hatiye dinirxînin. Îktidar bi awayek cidî ji HDK’ê ditirse. Ya ku vê tariyê ji holê rake jî îradeya demorkatîk a gelan e.    HÛN KÎ NE, EM KÎ NE?   Em li vir pirsa HDK çi ye, di xwe de pênase bikin. Hûn kî ne, em kî ne? Ewilî em we tarîf bikin. Hûn ew îstîsmarkarên cinsî yên li Weqfa Ensarê ne. Em jî Pinar Gultekîna ku ji aliyê serdestiya zilam wê qetilkirin in. Hûn ew kesên di hotêlên şatafat de ne, em jî rojnamevanên çapameniya azad ku li Amedê dijînin. Hûn kî ne? Hûn berjewendeperst in, yên ku qatil û tecawizkaran ji girtîgehan berdane ne, Sebehat Tuncel in. Hûn kî ne dizanin? Hûn kujerên li Madimakê ku mirovan şewitandin e. Em jî hunermendê gel Hasret Gultekîn ê li hotêlê hat şewitandin in. Hûn kîne hûn dizanin? Hûn ew kesên ku bombeyan bi ser gel de dibarînin. Em jî welatiyên kurd ên li Roboskî ne. Hûn ew kesên li Îmraliyê tecrîdê kûr dikin e. Em jî Ronî Goren ê li Kadikoyê hat birîndarkirî ne. Hûn ew kesên ku li dijî mebûsên gel heqaret û çêran dikin e. Em jî Salîha Aydenîza ku wekîla gel in. Em malbata Şenyaşar in, em Denîz Poyraz in. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û teqez bi ser bikevin.”    ‘EM Ê KUMPASÊN WAN PÛÇ BIKIN’    Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku ew ê bi têkoşîna xwe ya hevpar azadiyê bînin, HDK-HDP’ê biparêzin û lîstok û kumpasên îktidarê pûç bikin û siberojek nû biafirînin.    LI DORA HDK’Ê DIBIN XELEK    Endamê Meclisa Partiyê yê DBP’ê Atilla Ozdogan jî destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê diwaze hemû beşên civakê bêdeng bike û bixe ber pêlên êrişên xwe. Ozdogan xwest ku her kes li derderoa HDK’ê bibe xelek û xeta têkoşîna hevpar bi rêxistin û mezin bike.    BANGA TIFAQÊ   Nivîskara JINEPS’ê Seda Berzeg jî banga tifaqa demokrasiye li aliyan kir.    DILÊ BI MILYONAN LI BA MEDYA KURDÎ YE    Seroka Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan Kadriye Dogan jî bal kişand ser girtina 16 rojnamevanên kurd û dixwazin çapemeniya azad a kurd bêdeng bikin lê tiştek jî bîra dikin, divê bizanibin ku bi milyonan kes dilê wan li ba medya kurdî ye.    ‘DITIRSIN WÊ BIÇIN’    Ji damezrînerê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Oldar (DİAY-DER) Yusuf Înal jî destnîşan kir ku îktidar di vê heyamê de êrişî her kesî dike û got: “Êrişî her kesî dikin. Em vê tirsa wan ji dîrokê dizanin. Doza me hemûyan heq û edalet e. Ji me ditirsin, wê bidirsin û wê biçin. Wê wek yên din biçin ser sergo. Divê em ji bo edaletê, heq xwe bikin yek.”    DÊ HDK’Ê BIPARÊZIN    Hevserokê Rêxstina Partiya Ji Nûve Damezrandina Sosyalîst (SYKP) ê Stenbolê Ronî Goren jî anî ziman ku HDK’ya ku li dijî hemû êriş û zextên AKP’ê li vî welatî heye û HDK meclisa kedkaran û bindestan e. Goren destnîşan kir ku ew ê HDK’ê li dijî her cûre êriş û zextan biparêzin.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR    Endamê Kaldiraçê Hakan Dilmeç, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag, ji Hewldana 78’an Celalettîn Can, Endama Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş û endamê Meclisa Gelan û Baweriyan a HDK’ê Edîp Arslan ê suryan jî kurte axaftin kirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û xwestin her kes hev bigire û li dijî zextan piştevaniyê mezin bike.