Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan 2022-06-18 15:39:44   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di hefteya 534’an a çalakiya Rûniştina F’ê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Kalay û xwest ku were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya Rûniştina F li dar dixe. Komîsyonê çalakiya xwe ya hefteya 534’an li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Kalay ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin.    Di çalakiyê de parastvanên mafan û xizmên girtiyan amade bûn û pankartên “Rûniştina 534’an a Rûniştina F. Bila girtiyê nexweş Abdullah Kalay were berdan” û “Tedawî maf e û nabe ku were astengkirin” hatibûn vekirin. Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê Ferît Barût ve hate xwendin.    NEXWEŞIYÊN KALAY    Barût, da zanîn ku li gel nexweşiya Wernicke – Korsakoffê, her wiha dilê Kalay zeîf e, guhên wî baş nabihîzin,  di lingên wî de wexm heye, nexweşiya prostatê pê re heye û wiha domand: “Kalay nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Kalay, di sala 1992’yan de hate girtin û teşhîsa Wernicke- Korsakoff’ê hate kirin. Piştî van nexweşiyan jî biryar hate dayîn ku nikare di girtîgehê de bimîne. Lewma di sala 2002’yan de hate berdan. Lê belê cezayê ku hatiye dayîn di sala 2010’an de hate erêkirin û tevî ku rewşa wî baş nebûbû jî dîsa hate girtin.”    RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Di berdewamê de Barût anî ziman ku Kalay di sala 2012’an de krîza dil derbas kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî anjiyo bûy, stent xistin riha dilê wî ya sereke. Du saet piştî krîza dil gihandin nexweşxaneyê. Ji ber ku mudaxale dereng hate kirin, di dil, rih û gurçikên wî de texrîbateke mezin çêbû. Lewma dil û gurçikên wî zeîf bûn. Hat tespîtkirin ku dilê wî bi kapasîteya ji sedî 30 dixebite û bi salan 10 cureyên dermanan bi kar anîn. Lê belê rewşa wî her ku çû xerabtir bû û di sala 2019’an de pîl xistin dilê wî. Di sala 2020’an di dema muayeneya pîlê dil de dîsa krîza dil derbas kir. Bi destwerdana lezgîn re xelas bû. Beşa Zanista Sereke ya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Pratîk û Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê çar caran rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da. Tevî vê yekê jî 3’yemîn Lijneya Pisporiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ev rapor red kirin û nehişt ku Kalay were berdan.”    FIKARÊN MALBATA WÎ HENE    Barût, got ku malbata Kalay derheqê rewşa wî ya dawî de agahî dane û axaftina xwe wiha qedand: “Nikare baş bêhnê bistîne û xwe li ser pêyan bigire. Di sala 2022’yan de birin Nexweşxaneya Pratîk û Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê. Piştî destwerdana lezgîn jî sewqî Tipa Edlî kirin. Ji bo raporê, Beşa Zanista Sereke ya Tipa Edlî bo kişandina EKO’yê randewû da 7’ê tîrmeha 2022’yan û ji bo Sîntîgrafiyê jî randewû da 30’ê îlonê. Bêyî ku tedawiyek were kirin, Kalay dîsa şandin qawîşa wî. Malbata Kalay bifikar e. Malbat dixwaze hêj jiyana xwe ji dest nedayî were berdan û tedawiya wî li derve were kirin. Ji bo vê jî bang li rayedaran dikin.”