Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir 2022-06-18 14:01:55   AMED - Bultena çapemeniya AKP’ê Yenî Şafakê ji bo 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin agahiyên derew diweşîne û dezenformasyonê dike. Vê weşana şerê taybet îdia kir ku wêneyê ne li mala rojnamevan Omer Çelîk bû û ala ku li mala rojnamevan Lezgîn Akdenîz a bi ser ve nehatiye girtin, hatiye dîtin.    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu roja sêşema bihûrî di komcivîna xwe de bal kişand ser binçavkirina rojnamevanên kurd û pirsa “Bi kîjan hêcetê hatine binçavkirin?”, ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan pirsî. Rojnameya ku berdevkiya AKP’ê dike di şûna Erdogan de bersiv da. Vê rojnameya ku her tim derewan dike, li ser computerê têkildarî 16 rojnamevanên hatin girtin şemayek çêkir û agahiyên tu rastiyan wan nîne belav kir.    BAŞ E EW WÊNE LI KU YE YENÎ ŞAFAK?    Vê rojnameya ku nesîbê xwe ji rastiyan negirtiye axaftina Kiliçdaroglu berevajî kir û îdia kir ku rojnamevanan propaganda rêxistinê kirine. Vê rojnameya ku berdevkiya îktidarê dike qaşo delîlan weşandiye û gotiğe: “Li mala O.Ç. ku gumanbarê di binçavan de ye, di Medya Haber TV de propaganda PKK’ê kiriye. Li mala wî materyalên dîjtîal hatine desteserkirin û wêneyê wî ku bi endamên PKK’ê re hatine girtin hatine dîtin.” Ev agahiyên ku vê rojnameyê daye ji binî derew in. Rojnameya îktidarê ew kesê ku jê re gotiye, O.Ç., rojnamevan Omer Çelîk e û ew materyalên ku qala wan dike beriya niha jî li mala wî du caran bi serdegirtina polîsan re rûbirû maye û hatine desteserkirin. Her wiha ji bilî tableta lawê Omer Çelîk tu tiştek nîne û van sûcdariyên bi îdia ji binî ve derew e. Heke ku îdiaya rojnameya vê rojnameya derewkar rast bûya, gelo dê wan wêneyên hevalê me Omer Çelîk di manşeta ewil de bi awayek mezin nedabûya?    LI MALA KU BI SER VE NEHATIYE GIRTIN, ALÊ DESTESER KIRINE!    Vê rojnameya ku derewan dike, rojnamevan Lezgîn Akdenîz jî kiriye armanc û van îdiayan kiriye: “Li mala kameramanê Produksiyona Arî L. A. ku hatiye binçavkirin, di materyalên dîjîtal de remzeyên PKK’ê parçeyên potik, wêneyê Ocalan ê ku qatilê pidikane û wêneyê terorîstên PKK’yî hatine dîtin.” Halbûkî ew kesê jê re L.A. hatiye gotin, hevalên me Lezgîn Akdenîz e. Lezgîn Akdenîz roja 8’ê hezîranê ne li malê dema ji Mêrdînê dihat Amedê li navçeya Çinarê di kontrola rê de hate desteserkirin. Li ser mala Akdenîz serdegirtin ango lêgerîn pêk nehatiye û vê rojnameya derewkar mîna ku li mala Akdenîz lêgerîn hatibe kirin delîlan hilberandiye.    DELÎLÊN KU POLÎSAN NÎŞAN DANE KAMERA, ROJNAME Û PIRTÛK IN    Vê rojnameya bi navê Yenî Şafak ku wêneyê polîsan ji bo wan serwîs kiriye weşandiye û di vî wêneyî de jî tê xuyakirin tiştên hatine desteseririn, kamera, wênegir, pirtûk û hin organên ku ji aliyê rojnamevanan ve hatine weşandin in. Heke delîlên ku Yenî Şafakê îdia kiriye hatibin desteserkirin, çima li ser maseya ku polîsan tiştan li serê nîşan didin tüne ne?