Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin 2022-06-18 13:22:47   SEMSÛR - Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Elewiyan Hemwelatiya Wekhev” de li Semsûrê axivî û wiha got: “Ji bo ku em bibin hemwelatiyên wekhev, di serî de divê em qanûna 12’ê Îlonê biçirînin û peymaneke civakî ya ku mafên hemû kesan diparêze amade bikin.”    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Elewiyan Hemwelatiya Wekhev” de li Semsûrê bi nûnerên saziyên elewiyan re di taştêyê de hate cem hev. Hevdîtin li hotêleke hate kirin û li gel sazî û pîrên elewiyan, parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê yê berê Behçet Yildirim, endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Îzettîn Karadag, Heşaredarê Komirê Erkan Karakaş û nûnerên gelek rêxistinên civaka demokratîk di hevdîtinê de amade bûn. Li eywana hevdîtinê pankarta “Ji bo elewiyan mafê hemwelatiya wekhev” hatibû daliqandin.    Parlamenter Kemal Bulbul di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê hemwelatitiyekî wekhev tune ye. Heta roja me jî di dema amadekirina qanûna bingehîn de welatî nehatine beşdarkirin. Ji bo ku em bibin hemwelatiyên wekhev, ji ewil divê qanûna 12’ê Îlonê bê çirandin û li şûna wê peymaneke civakî bê amadekirin ku mafên her kesî biparêze. Raste rast ji elewiyan bacê digirin lê bacên wan ji bo baweriyên din tên bikaranîn. Ji bo elewiyan nayên bikaranîn. Ev sûc e. Divê elewî dakevin qadan û mafên xwe biparêzin. Çima rojên taybet ên elewiyan nabin rojên destûra fermî? Çima li daîreyekê fermî elewiyek tune ye? Dewlet wan sûcdar dibîne, nagire qada cemaweriyê. Li dijî elewiyan sûcê nefretê dikin.”    ‘EM CIWANAN NAŞÎNIN QURSÊN DEWLETÊ’   Nûnerên saziyên elewiyan jî bertek nîşanî “qursên gihandina pîran” a Wezareta Karên Hundir dan û gotin ku biryar dane ku ciwanan neşînin van qursan. Di axaftinan qala hemwelatiya wekhev hate kirin û bal kişandin ser têkoşînê.    Bername dê bi serdana Cemxaneya Haci Bektaşî Velî ya li Taxa Yunus Emre û Cemxaneya Komeleya Çandê ya Elewiyan a li Taxa Karapinarê bidome.