CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin 2022-06-18 13:06:49 ENQERE - Komîteya Parastinan Rojnamevanan (CPJ), bertek nîşanî girtina 16 rojnamevanên kurda da û got: “Divê rayedarên tirk tavilê rojnamevanên hatine girtin berdin.”  Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), têkildarî girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê rayedarên tirk 16 rojnamevanên bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin tavilê berde.”    SERDOZGERIYÊ BERSIV NEDAYE CPJ’Ê    CPJ nav û pîşeyên rojnamevanên girtî bi awayê lîstekirî ku di dawiya daxuyaniyê de rêz kir û diyar kir ku wan têkildarî girtinê xwestiye xwe bigihîne Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lê belê tevî hewldanên wan jî bersiv nehatiye dayîn.    ‘ÊRIŞA LI DIJÎ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YE’    Koordînatora Bernameya Ewropa û Asya Navîn a CPJ'ê Gulnoza Said jî têkildarî mijarê wiha got: "Divê rayedarên Tirk demildest rojnamegerên ku li Amedê bê sedem hatin binçavkirin berdin. Nayê qebûlkirin ku rojnameger ji bo demeke nediyar bên girtin heta ku di bin perdeyeke bi vî rengî ya veşartî de neyên girtin û bên darizandin û tevî vê yeke jî ev yek rasterast êrişek li dijî azadiya çapemeniyê ye. Divê Tirkiye demildest dest ji girtina rojnamegerên bi delîlên qels an jî bêdelîl berde û dest ji binçavkirina pêşwext weke pêvajoyeke cezakirinê berde. "