Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir! 2022-06-18 09:51:37   STENBOL - Parêzer Bulent Çoban diyar kir ku li Tekîrdagê dadgerê ku tu hêcet ji bo girtina 29 HDK’iyan nedît, biryara Dadgeha Bilind ku ji bo KCD’ê dabû wek hêcet nîşan da û wan li dijî biryara dadgeha ku hêcetan diafirîne îtîraz kirine.    Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de dest bi lêpirsînekê kiribû. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 3’yê hezîranê de di serdegirtina malan de rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. 37 kes piştî 8 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji van 37 kesan 29 kes hatin girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di nava yên hatin girtin de Sadî Ozdemîr ê ji sedî 98 astengdar e û bi tupê oksîjenê dijî û Saadet Firat Bîngol a nexweşiya penceşêrê lê ketiye jî cih digirin.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê parêzer Bulent Çoban têkildarî hêceta ku 29 kes jê hatine girtin ji ajansa me re axivî.    PIRSA ‘BI KURDÎ DIZANÎ’ KIRIN E    Çoban bi bîr xist ku di nava yên hatine girtin de parêzer, doktor, mamoste jî hebûne û zimanê kurdî jî kirine hêceta girtina miwekîlên wî. Çoban bal kişand ser mijarên sûc ku li midûriyeta polîsan ji miwekîlên wî pirsîne û ji miwekîlên wî “Tu bi kurdî dizanî?” hatiye pirsin û xwestine wisa kurdî krîmînalîze bikin. Çoban got vê pirsa derbarê kurdî de ji her kesê binçav kirine. Çoban anî ziman ku zimanê kurdî ne zimanek qedexe ye û vê pirsa derbarê kurdî de salên 1990’î ji xelkê dihat kirin û wan salan aniye bîra wan.    LÊPIRSÎNEK DIJ HIQÛQΠ   Çoban da zanîn ku HDK’ê wek “rêxistinek derqanûnî” hatiye nişandan û ji bo ku saziyek bibe derqanûnî divê biryara dadgehê derbarê wê saziyê de hebe. Çoban diyar kir ku derbarê HDK’ê de tu biryarek bi vî rengî nîne û got: “Halê hazir biryarek dadgehê nîne. Di lîsteya Wezareta Karên Navxweyî de jî nav derbas nabe. Ji ber vê yeke destpêkirina lêpirsînê dij hiqûqî ye.”    Çoban anî ziman ku xebatên siyasî yên HDK û HDP'ê yên li Herêma Trakyayê ji aliyê dozgerê lêpirsînê ve weke "derqanûnî" tê dîtin û got: "Pirsa sereke HDK bû. Pirsên wek, 'We çawa bi HDK'ê re hevdîtin pêk anî?', 'HDK'ê bi talîmata Ocalan hat avakirin', 'Di pêkhatina HDK'ê ya Trakyayê de kî heye?', 'Di pêkhatina HDK'ê ya Ewropayê de kî heye?', 'HDK çawa xwe fînanse dike?' hatin kirin û miwekîlên me ji van pirsan hatin sûcdarkirin. Muwekîlên ku sûcdarkirin red kirin, dan zanîn ku HDK ne rêxistineke derqanûnî ye. HDK platformeke ku niha xwedî serok, heyet, delege, sazî, meclis e û xebatên xwe didomîne. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku meriv qebûl bike ku ew rewşek neqanûnî ye. Gotin heke me kar kiribe, me bi vî awayî kir.”   GUHDARIYA TELEFONAN    Çoban destnîşan kir ku hevdîtinên telefonê weke "delîl" li dane pêşberî endamên HDK'ê û ev hevdîtinên telefonê herî kêm 6 sal berê hatine kirin. Çoban, anî ziman ku di naveroka hevdîtinên telefonê de ti argumanek ku weke hêmaneke sûc bê dîtin tune ye û hemû axaftin li ser xebatên siyasî yên HDK'ê ne. Çoban wiha got: “Em bihesibînin ku HDK rêxistineke sûc e. Lê axaftina 6 sal berê hem ne guncaw e ku bi qanûnî were pirsîn, hem jî ne qanûnî ye. Guhdarîkirin bi biryara dadgehê tê kirin. Heke hêmaneke sûc hebe dê derbarê wan de karûbar bê kirin. Wekî din, ev axaftin nayên tomarkirin, tê tunekirin. Lê belê hevdîtin hatine tomarkirin. Ev yek mafê parastinê ji deste mirovan distîne. Rê li ber darizandineke adil digire. Meseleya ku em jê re dibêjin lêpirsînek bi bandor heye.”   Çoban her wiha got nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û gelek nûçeyên saziyên medyayê yên din jî kirine mijara sûc. Çoban destnîşan kir ku delîlên ku tu kontrola wan hiqûqî nîne hatine hilberandin.    DADGER PIRSÊN OL Û LGBTÎ+ KIRIN E    Çoban anî ziman ku dadgeriyê ji miwekîlan pirsên derbarê ol û LGBTÎ+ de kiriye û ev pirs li dijî azadiya derbirînê û ramanê ye û li gorî qanûna bingehîn kes ne mecbûr e ramanên xwe eşkere bike.    BI KCD’Ê HATINE SÛCDARKIRIN!   Çoban diyar kir ku dadger nikaribûye hêcet ji bo girtinê peyda bike û ji ber vê yekê wan îtîraz kiriye û xwestine ku hêcet nîşan bide. Çoban destnîşan kir ku dadger biryara 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ku derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de daye wek hêcet girtinê daye nişandan û wiha got: "Me li dijî biryara hêcet hilberandina dadger îtîraz kirin. Tişta ku dadger kir ne qanûnî ye. Bi rastî jî mînaka vê yekê di qanûn û hiqûqê de nîne. Dadger ji bo ku miwekîlên me bide girtin vê hêcetê derxist.”    SERXWEBÛNA DARAZÊ    Çoban bi bîr xist ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku operasyona ku li Tekîrdagê tê de 37 siyasetmedar hatin binçavkirin bi fermana wî pêk hatiye û wiha dewam kir: “Dibe ku em bi rojan li ser vê yekê biaxivin. Ne meseleyek e ku em bi du hevokan rave bikin an jî kurt bikin. Zanîna me ya hiqûqî ya herî bingehîn; serxwebûna dadwerî, yasadanîn û cîbicîkirinê ye. Ev têgîn niha neketine nava hev. Rewşa 'Me ferman da û wan girt’ rewşê ber bi aliyekî din ve dikişîne."   Çoban destnîşan kir ku wan îtîrazî girtina 29 miwekîlên hatine girtin kirine.    BIRYARA DADGEHA BILIND    16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind derbarê KCD biryarek sosret dabû û îdia kiribû ku “KCD wek Meclisa Tirkiyeyê ya KCK’ê dixebite û ew jî wek KCK’ê rêxistina xwe dike.”