Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn 2022-06-17 21:01:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên Tirkiyeyê êriş birin ser gundê Kêsteyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) îro danê nîvro ji binkeyên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe çêkirine êriş birin ser gundê Kêsteyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê. Li gor nûçeya Rojnewsêdi êrişê de 2 kes birîndar bûne.    Hat ragihandin ku her du kesên birîndar bûne jin in û ew rakirina Nexweşxaneya Batifayê.