Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn 2022-06-17 17:09:51 HATAY - Ji ber birayê Ferhat Demîrbaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê îşkence lê hatibû kirin, Mûstafa Demîrbaş rewşa birayê xwe ji gardiyanan pirsî, bi îdiaya “pergal û ewlehiya saziyê xera kiriye” 3 mehan cezayê hevdîtinê lê hate birîn.    Ji ber di 31’ê gulanê de li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê dema lêgerîna qawişê de laçika bi morikên kesk, sor û spî hatibû xemilandin hate dîtin derbarê Ferhat Demîrbaş de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîna dîsîplînê hate vekirin û di 2’yê Hezîranê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate kirin. Demîrbaş dema sewqkirinê de li her du girtîgehan jî ji aliyê gardiyanan ve hate derbkirin. Demîrbaş ê di 7’ê hezîranê de bi malbata xwe re hevdîtin kir, şopa îşkenceyê nîşanî wan da. Di vê navberê de Mûstafa Demîrbaş têkildarî şopên îşkenceyê pirsa “şopên îşkenceyê bi girtekan hatiye girtin an na” kir. Rêveberiya girtîgehê jî ji ber vê yekê lêpirsîneke dîsîplînê ya duyemîn hate vekirin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “pergal û ewlehiya saziyê xera kiriye” 3 mehan cezayê hevdîtinê lê Mûstafa Demîrbaş birî. Biryar berî ku teblîxî Demîrbaş were kirin, xistin meriyetê. Demîrbaş îtîrazî biryarê kir û derbarê berpirsyaran de serlêdana sûc kir.    MAFÊ WAN Ê HEVDÎTINÊ HATE ASTENGKIRIN   Demîrbaş, diyar kir ku di 7’ê Hezîrana 2022’yan de bi birayê xwe re hevdîtina vekirî kiriye, birayê wî şopa îşkenceyê nîşanî wî dane û bi lêv kir ku di hevdîtinê de ji gardiyanan pirsa têkildarî şopên îşkenceyê girtek hatiye girtin kiriye. Demîrbaş, anî ziman ku dema hevdîtinê de gardiyanê di derî de disekinî û îşkence li kekê wî kirî jê re wiha gotiye: “Xêr e Mûstafa, tu gefan li min dixwî? Bisekine em ê agahiyan bidin te”. Pişt re ji cihê hevdîtinê veqetiya ye û piştî 5 deqîqeyan bi gelek gardiyanan re hatiye cihê hevdîtinê. Demîrbaş, da zanîn ku yek ji gardiyanan jê re gotiye “Tu çawa gefan li karmend dixwî” û wî jî gotiye gef li kesê nexwarine. Mûstafa Demîrbaş tiştên qewimîn wiha vegotin: “Wî gardiyanî ji min re got ‘Kesê ku tu serî lê bidî ne em in, meqamên qanûnî ne. Heke tu difikirî ku îşkence ye tu dê biçî serî li meqamên qanûnî bidî. Ferhat hevdîtin xelas’ û ketin bin çengê kekê min û hewl dan bibin. Min jî ji wan re got mafê we nîne ku hûn mafê me yê hevdîtina vekirî asteng bikin û xesp bikin. Gelek gardiyanan ez dorpêç kirim û hewl dan min û birayê min ji cihê hevdîtinê derxînin. Piştî gengeşiyê min û malbata min bi darê zorê ji cihê hevdîtinê derxistin. Yek ji gardiyanan jî ji min re got ‘êdî tu bi zehmet bikevî vê girtîgehê’. Heta yekî din jî got ‘em vî radestî cendermeyan bikin’. Mafê me yê herî xwezayî mafê me yê hevdîtinê hate astengkirin. Me beriya niha têkildarî îşkenceyê serlêdana sûc kir. Di 14’ê Hezîranê de ji bo hevdîtinê çûm girtîgehê. Ji min re gotin qedexeya te ya hevdîtinê heye. Berî ku biryarê ji min re teblîx bikin, ceza sepandin. Ez ê têkildarî vê mijarê gilî bikim.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen