Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan 2022-06-17 15:38:56   STENBOL - Di danişîna doza meleyên endamên DÎAYDER’ê ku ji ber xutbe û weazên kurdî hatin girtin, 3 kesên din jî hatin berdan.     Danişîna 4’emîn a doza meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Alimên Oldar (DÎAYDER) ku ji ber xutbeya kurdî xwendibûn û weazên kurdî dabûn, tên darizandin hat lidarxistin. Danişîna ku 4 jê girtî 23 endamên DÎAYDER’ê tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 14’emîn hat lidarxistin. Serokê Komeleyê Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Alî Fuat Hatîp û Mehmet Emîn Aslan ên girtî dihatin darizandin bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê tev li danişînê bûn. Her wiha meleyên negirtî û parêzer jî li eywana danişînê amade bûn.    3 MELE HATIN BERDAN    Mele Ekrem Baran di danişînê de axivî û diyar kir ku nêzî salekê ye ew tên darizandin û bertek nîşanî darizandinê da. Parêzer jî axivîn û bal kişandin ser rewşa girtina dirêj a miwekîlên xwe û xwestin miwekîlên wan bên berdan.    Piştre dozger axivî û xwestin kêmasiyên di dosyeyê de hene bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî daxwaza parêzeran û meleyan nirxand û birayra berdana Tunç, Hatîp û Aslan bi şertê qedexeya derketina derve û ji mehê carek biçin qereqolê îmze bidin da. Dadgehê danişînê taloqî 26’ê hezîranê kir.