Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin 2022-06-17 14:32:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê MHP’î yê Amedê Cîhan Kayaalp û hinek rêveberên din ên MHP'ê ji ber xesp, tehdît û şantajê duh êvarî hatibûn binçavkirin. Kayaalp îro danê êvarî hat girtin.    Duh Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Yalçin ragihandibû ku Teşkîlata MHP'ê ya Bajêr a Amedê fesix kirine. Piştî vê daxuyaniyê duh danê êvarî Serokê Teşkîlata MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp û hinek rêveberên partiyê yên ji aliyê Navenda Giştî ya MHP’ê ve ji peywirê hatibûn girtin hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku ev kes di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi sûcê xesp, tehdît û şantajê hatine binçavkirin.    KAYAALP JI BER 'DESTDIRÊJIYÊ' HAT GIRTIN   Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp piştî îfadeya li polîsan sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Piştî darizandinê dadgehê Kayaalp girt û ew şand Girtîgeha Amedê.   Tê gotin ku Kayaalp ji ber "destdirêjiyê" hatiye girtin.