Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome 2022-06-17 12:48:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa ku Tirkiyeyê li dijî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê pêk anîbû de zarokê 12 salî Selah Nasir jiyana xwe ji dest da. Tedawiya 7 kesên ku di êrişê de birîndar bûbûn jî didome.    Tirkiyeyê, di 15'ê hezîranê de li dijî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de zarokê 12 salî Selah Xidir Naso jiyana xwe ji dest da û nûçegîhanê Çira TV jî di nav de bi giştî 7 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye rewşa hin birîndaran giran e û tedawiya wan a li nexweşxaneyê didome. Hat diyarkirin ku di êrişê de zarokê 16 salî Xiro Xelîl ji serçav û milê xwe birîndar bûye û wê heta 10 rojan li nexweşxaneyê bê girtin. Hat destnîşankirin ku ji birîndarn Îbrahîm Evdî jî çavekî xwe winda kiriye û rewşa wî giran e.    Hat diyarkirin ku tedawiya nûçegîhanê Çira TV'yê li Nexweşxaneya Mûsilê didome.