Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin 2022-06-17 12:20:38 AMED - Parêzerê rojnamegerên hatin girtin Resûl Temûr, diyar kir ku rojnamegerên xebatên wan ên rojnamegeriyê ji wan hatine pirsîn bi "şîroveyên bêeleqe" hatine girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de Serokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen binçav kir. Rojnamer piştî ku 8 rojan di bin çavan de hatin hiştin di 15'ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Di 16'ê hezîranê de rojnameger Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 16 rojnamegerên din bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.  Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr, derbarê lêpirsîn û sûcdariyên li rojnamegeran hatin kirin de axivî.    DU LÊPIRSÎNÊN CUDA   Parêzer Temûr, diyar kir ku Midura JINNEWS'ê Safiye Algaş û 21 kesên din di çarçoveya du lêpirsînên cuda de hatine binçavkirin û dı pêvajoya binçavkirinê de derbarê sedema binçavkirinê tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin. Temûr, bi lêv kir ku îtîrazên wan ên vê derbarê de jî bêencam mane û ji ber vê yekê ji parêzerên ku pêvajoya binçavkirinê şopandina re derferta serlêdana bibandor nehatiye naskirin. Temûr, detnîşan kir ku dema sewqkirina rojnamegeran a edliyeyê bêusûlî berdewam kiriye û wiha got: "Dozgerê lêpirsînê, dema îfadegirtinê got ku heta îfadeyê wan biqede wê rojnamegeran di wesayîtên binçavkirinê de bihêle. Lê li ser îtîrazkirina parêzeran rojnameger ji wesayîtan hatin pêyakirin û ew girtin hundirê edliyeyê."   PIRSÊN HATINE PIRSÎN   Temûr, diyar kir ku dema îfadegirtinê dozger asteng kiriye ku rojnameger û parêzer xwe baş bînin ziman û bi giranî derbarê nûçeyên çêkirine, bernameyên kişandine, naverok û zimanê bernameyan, çawaniya diyarkirina naveroka bernameyan de pirsan ji rojnamegeran pirsîne û wiha aivî: "Ev pirs dema ku rojnamegerek karê xwe yê rojnamegeriyê dike wan hemû esas digire. Lewre ne mijarên ku ji mudaxaleyê re vekirîne. Dema ku mudaxale bê kirin êdî ev dibe nûçe û rojnamegeriya siparîşkirî. Yek ji armanca bingehîn a lêpirsînê vê rêbaza cezakirinê ye."   HINCET DAXUYANIYÊN ŞAHIDAN E   Di berdewama axaftina xwe de Temûr, da zanîn ku piştî îfadeyên xwe ji dosyaya lêpirsîna muwekîlên xwe haydar bûne û ev tişt anîn ziman: "Di pêvajoya dadgeriyê de rengê pirsan guherî. Dadgeriyê, daxuyaniyên ku beriya niha şahidan dabû û tu eleqeya xwe bi dosya lêpirsînê re tunebûn ji rojnamegeran pirsî. Rojnamegeran bi awayekî hevpar got ku daxuyanî ne derbarê wan de ne û di çarçoveya dosya wan de nehatine girtin. Lê rexmî vê jî me di hincetên girtina wan de ev daxuyanî diîtin."   XEBAT HATIN BEROVAJÎKIRIN   Temûr, got ku hinceta bingehîn a girtinê hevoka "Di bin navê qenala Tv û radyo, saziya çapamenî û weşanê de xebatan kirine..." bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke ku her car dike darazê serî li hîle û derewan da. Bi daxuyaniyên şahidan ên tu eleqeya xwe bi dosyayê re tubûn xebatên rojnamegeriyê berovajî kir. Tabloyeke "em ji ne ji ber xebatên rojnamegeriyê ji ber endamtiya rêxistinên didarizînin" xêz kir. Ji bo ku binî vê hevokê têje bike hin daxuyaniyên ku heta niha hatine dayîn bi dosyayê ve girêdan. Qenalên ku di daxuyaniyan de navê wan derbas dibe li Tirkiyeyê weşan nakin. Lewre bi şîroveyên tu eleqeya wan bi lêpirsînê re tuneye rojnamegerên kurd girtin."   ARMANCA GIRTINÊ   Di dawiya axaftina xwe de Temûr, bi lêv kir ku di her serdemê de çapameniya kurd bi zextên desthilatê re rû bi rû dimîne û armanca girtinê astengkirina mafê kurdan ê agahî girtinê ye.    MA / Mujdat Can