Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da 2022-06-17 12:07:33 ENQERE - Bekîr Guven ê sedî 98 astengdar bû, piştî ku cezayê wî yê bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal, erêkirin hatibû girtin. Guven ê piştî ku bûbû rojev û hatibû berdan, di nexweşxaneya ku bi mehan e lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.    Guven ê bi hinceta parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal hatibû girtin û bi halê xwe yê ji sedî 98 astengdar hatibû girtin û piştî demekê hatibû berdan. Guven, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi mehan e li nexweşxaneyê tedawî didît. Guven ê ji çar mehan zêdetir e li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Yûnûs Emre ya Eskîşehîrê tedawî didît, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Guven dê sibê piştî nimêja nîvro li Goristana Esrî ya Eskîşehîrê were veşartin. Me bi riya telefonê xwe gihand hevjîna wî Rûkiye Guven. Guven, diyar kir ku hevjînê wê bi mehan e tedawî didît.  ÇI QEWIMÎBÛ   Piştî hewldana parêzeran Guven, bi biryara dozgeriyê ji girtîgeha ku 3 rojan lê girtî mabû, rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê, pişt re rapora "ji ber pirsgirêkên tenduristiyê divê cezayê wî bê taloqkirin" a ji aliyê Lijneya Tenduristiyê ya nexweşxaneyê ve hatibû dayîn, ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatibû pejirandin.  Piştî rapora nexweşxaneyê ji aliyê ATK'ê ve hat erêkirin Guven bi biryara Dozgeriya Înfazê ya Eskîşehîrê hatibû berdan.   BI WESAYÎTA RÎNGÊ BIRIN ATK'Ê   Guven, bi tena serê xwe nikaribû karûbarên xwe pêk bîne û 24 saetan mûhtacî alîkariyê bû. Guven, piştî ku hatibû girtin di hucreyekê de tenê hatibû girtin, piştî bertekan û hewldana parêzeran, ew rakiribûn nexweşxaneyê. Ji bo sewqê gotibûn dê bi ambûlansê bibin lê belê Guven ji nexweşxaneyê, bi rêwitiya sê saetan a bi wesayîta rîngê sewqî ATK'ê kiribûn.    PIŞTÎ GIRTÎGEHÊ NEHAT SER HEMDÊ XWE   Hevjîna Guven, dema ku Guven hatibu girtin ji ajansa me re axaftibû û wiha gotibû: "Çend rojên ku hatibû girtin, bû sedemê ku nexweşiya wî 4 salan pêş bikeve. Du caran ket erdê û xwîn çû ser mejiyê wî. Rewşa wî giran e. Bijîşk dibêjin dê ji girtîgehê sax dernekeve."    'SÊ ROJÊN HERÎ XIRAB BÛN'   Piştî ku Guven hatibû berdan ji ajansa me re axaftibû û derbarê tiştên jiyabûn de ev nirxandin kiribûn: "Min bi xwe jiya, girtîgeh ji bo girtiyan guncav nîn in. Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Dema ku ez birim cem lijneya tenduristiyê polîsekî xwest kelemçeyê bixe destê min. 3 rojên herî xirab ên jiyana min bûn."