Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin 2022-06-17 10:17:27   ÊLIH - Derbarê rojnamevan Metîn Yoksû de ji ber parvekirinên wî yên medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê rojnamevan Metîn Yoksû de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Di îdianameya ji aliyê 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin de parvekirinên Yoksû yên li ser medya dîjîtal weke hincet hatin nîşandan.    Wêneyê Yoksû di merasîma cenazeyên qurbaniyên di Komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an ji aliyê DAIŞ’ê hatibû kirin de kişandî û parvekirinên wî yên bi navê “Kurdistanê” weke sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de ji ber Yoksû parvekirinên xwe bi rêya çapemeniyê kirine hate xwestin ku cezayê wî bê zêdekirin.    Di îdianameyê de Yoksû yê li ser parvekirinên Twîtterê îfadeya wî hate wergirtin, parvekirinên wî yên Instagramê jî bûn mijara sûc.   Danişîna ewil a doza Yoksû wê di 26’ê cotmehê de bê dîtin.