Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine! 2022-06-17 09:07:26   STENBOL  - Li Stenbolê zava û malbata wî ji ber şalên kesk û sor û zer hatibûn girtin. Parêzerê wan Huseyîn Bogatekîn destnîşan kir ku du polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe çûne dawetê û dîmen girtine.    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di 14’ê Hezîranê de zava û 9 kesên di dawetê de yên şala kesk û sor û zer avêtibûn stuyê xwe hatibûn binçavkirin. Polîsan ji ber daweta ku di 12’ê Hezîranê de li Hêwana Marbirînê ya Şaredariya Esenyûrtê hatibû kirin ji bo îfadeyê gazî zava Mesût Karçik û 9 kesên çûbûn dawetê kiribûn. 10 kesên çûbûn Qerqola Polîsan a Kiraçê hatibûn binçavkirin.   Polîsan ji ber şalên kesk û sor û zer û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya her 10 kesan girtibû û di 15’ê Hezîranê de ew sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê kiribûn. Dozgeriyê jî her 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kiribûn û dadgeriyê jî bi heman îdiayê derbarê zava Mesût Karçik, Tahsîn Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Ûmût Kaplan, Îbrahîm Baran, Cahît Karçik û Bûrhan Topçû” biryara girtinê dabû û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.   Her wiha 4 muzîkjenên ku di dawetê de kilam gotibûn jî hatibûn binçavkirin û bi şertê qedexekirina derveyî welêt hatibûn berdan.      ‘SOSRET E’    Parêzerê gelek kesên hatin girtin Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Huseyîn bogatekîn destnîşan kir ku bi vî awayî kincên kurdî hatine krîmînalîzekirin û bi vî awayî peyam hatiye dayîn ji bo kurdan. Bogatekîn diyar kir ku ev yek wekî bûyereke krîmînal hatiye berpêşkirin lê belê li holê meseleyeke ku bibe cihê lêpirsîn û dozê tune ye û girtina her 10 kesan wekî “sosretekê" pênase kir.    BI TOMAYÊ MUDAXILE KIRINE   Bogatekîn da zanîn ku malbata Karçik tim bi çewisandinan re rû bi rû dimîne û got: “Xwestine bi TOMA’yan, bi gazê û polîsên çevîkê mudaxileyî daweteke ku bi hezaran kes tevlê bûne bikin.”  Bogatekîn anî ziman ku polîsan gotiye “ji ber ku dawet qelebalix bûye çavê me ew nebirîne ku em mudaxile bikin” û got: “Ger karibûna dê bi sedan kes binçav bikirana.”    POLÎS BÛYE DOZGER Û DADGER!   Bogatekîn da zanîn ku polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe li dawetê dîmen girtine û got, di warê hiqûqî de heqî polîsan ê ku wisa bike tune ye. Bogatekîn wiha berdewam kir: “Du polîs ji ber xwe ve bûne dozgerê komarê. Polsî wekî dadger û dozgeran hereket kirine. Çûne dîmen girtine. Piştî hin tespît kirine xwe gihandina Dozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê û dozgeriyê jî xwestiye îfadeya wan bê girtin.”   ÇANDA KURDAN HEDEF HATIYE GIRTIN   Bogatekîn destnîşan kir ku şala navborî di hemû dawetên kurdan de tê bikaranîn û got: “Şala me, kincên me û temeziyên kesk û sor û zer ên parçeyeke çanda me ne wekî sûc tên hesibandin. Ev temezî û şal di heman demê de di dawetê de destmala sergovend e jî.”    Bogatekîn îşaret bi dosyeya lêpirsînê kir û wiha axivî: “Coşa dawetê, dirûşmeyên hatien berzkirin û stranên kurdî tê de hene. Yanî tiştên di dawetên kurdan de di vê dawetê de hebûne. Û ev hemû daxilî nava lêpirsînê hatine kirin. Ne dosyeyeke têkel e. Bi awayekî pir aşkere lêprisîneke ku çanda kurdî û awayê daweta kurdî hedef girtiye.”    ‘BÊHIQÛQÎTIYEKE SAW’   Bogatekîn ku lêpirsînê wekî “bêhiqûqîtiyeke saw” pênase kir got: “Propagandaya rêxistin ji bo girtinê têr nake. Her wiha muwekîl bi xwe çûne qereqolê, ji bo îfadeyê. Li holê rev, windakirian delîlan tune ye. Yanî çendî li gor usûla pergala ceza ya Tirkiyeyê tiştekî ku bibe cihê sûc tune bûye jî ev kes hatine binçavkirin. Bi awayekî kelemçekirî û bi çewisandineke hişk sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger vê yekê wekî ‘talûke ye’ daye der.”    Bogatekîn destnîşan kir ku bi vî awayî kifş bûye ku li hemberî muwekîlên w polîtîkayeke nefret û çewisandinê heye. Her wiha Bogatekîn bilêv kir ku bi vê yekê re peyam dane hemû kurdên li Esenyûrdê jî û got: “Polîsan di zabitnameyan de behsa rabirdûya malbata Karçik kiriye û bi vî awayî ew kirine hedef. Ev malbat, malbateke polîtîk e, gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Lewma gotin, ‘daweta wan jî karekî rêxistinî ye’ û ew girtin.”    PEYAMEKE POLÎTÎK   Bogatekîn di dawiya axaftina xwe de got: “Armanc ew e ku kurdek êdî neçe daweta kurdekî din û govendê negerîne. Ji xeynî vê tu peyameke vê yekê tune ye. Lewma peyameke polîtîk e.”    MA / Mehmet Aslan - Rukiye Adiguzel