Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin 2022-06-17 09:05:24 AMED - Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr got: “Nîqaşkirina avakirina girtîgeheke ji bo kesekî, nîqaşkirina pêkanînên heyî yên girtîgeheke taybet a ji bo kesekî, di asasê xwe de rewakirina pêkanîneke dijhiqûqî ye.”    15 meh in xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê de ne nayên girtin. Li hemberî vê ji 29 baroyan 775 parêzer bi adxwaza “rakirina qedexeya li ber hevdîtina parêzeran” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.    Ji parêzerên serlêdan kiribûn Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozer, tecrîda li Îmraliyê nirxand.    Parêzer Ozdemîr bilêv kir ku hevdîtina bi parêzer re mafê hemû girtiyan e û ji bo vê hin karbidestî di Qanûna Înfazê ya Ceza de hene. Ozdemîr anî ziman ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) de bi hin biryarnameyên di hikmê qanûnê de (KHK) hin sînor li ber hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re hatine danîn û got: “Ev sînordarkirin çendî di warê rêgeza qanûnîtiyê de veguherîbin mewzûatê jî, lê di asasê xwe de di pozîsyoneke binpêkirina mafan de ne. Lê piştî wextekê hat dîtin ku ev KHK’yên hatine çêkirin pêkanînine kêfî ne ku li hemberî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatine çêkirin.”  ‘BINPÊKIRINA MAFÊ XWEGIHANDINA DADGEHÊ’   Ozdemîr destnîşan kir ku di warê hevdîtina girtiyan a bi parêzeran de divê pîvan bi awayekî kêfî neyên sînordarkirin û got, bi tecrîdê sînrodarkirina hevdîtin bi parêzeran re di asasê xwe de astengkirina kar û barên parêzeriyê ye jî û li aliyê din binpêkirina mafê xwegihandina dadgehê ye jî.    ‘HELWESTA KÊFÎ’   Ozdemîr diyar kir ku biryarên ji bo sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re divê xwedî hincet bin û got: “Di qanûnê de hatiye diyarkirin ku gava di warê hevdîtina bi parêzer re pirsgirêk rû bidin divê hevdîtina bi parêzer re bê sînordarkirin. Ji xeynî vê divê ji ber cezayên dîsîplînê hevdîtina bi parêzer re neyê astengkirin.” Ozdemîr diyar kir ku li Îmraliyê ji zû de ye hevdîtin bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin û got, a rast ev yek helwesteke kêfî di xwe de dihewîne.    Parêzer Ozdemîr destnîşan kir ku divê tecrîd bi awayekî giştî bê nirxandin û got, mafê pêwendî danînê û mafê hevdîtina bi parêzeran ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî kêfî tena stengkirin. Ozdemîr anî ziman ku tecrîd xwedî pozîsyoneke ku pêwendiya bi derve re ya kesê girtî bi temamî asteng dike û wiha got: “Gava em di vê çarçoveyê de lê mêze bikin, tecrîda bê hincet, dûrî hiqûqê tê pêkanîn di asasê xwe de di pozîsyona binpêkirina qedexeya kiryara xirab û îşkenceyê de ye. Tişta ku niha li girtîgehê tê pêkanîn di pozîsyona binpêkirina mafên bingehîn de ye.”    'SERLÊDANA BAROYA AMEDÊ HAT REDKIRIN’   Ozdemîr diyar kir ku di 26’ê Mijdara 2021’ê de di çarçoveya xala 86’an a qanûna jimare 5275’an de serî li Wezareta Dadê dane û ev serlêdan ji bo hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan û esasgirtina mafê pêwendîdanînê û li cihê cih tespîtkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bû. Ozdemîr anî ziman ku lê belê Wezareta Dadê hemû daxwazên wan red kiriye.    'BILA BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ BIBIN’   Ozdemîr bal kişand ser serlêdana 775 parêzeran jî û got, mafê hevdîtina bi parêzeran re mafekîs ereke yê hemû girtiyan. Ozdemîr anî ziman ku astengkirina vî mafî, bi biryarên dijhiqûqî û kêfî sînrodarkirina wî û ji zû de bi awayekî sîstematîk astengkirina hevdîtina bi parêzeran re binpêkirin e. Ozdemîr wiha pêde çû: “Em dixwazin demildest ev maf esas bê girtin û derfetên hevdîtinê bên peydakirin û biryaêrn kêfî û dijhiqûqî bi dawî bibin. “   JI BO ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ GUHERÎNEKE QANÛNÎ DIVÊ   Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nîqaşkirina avakirina girtîgeheke ji bo kesekî, nîqaşkirina pêkanînên heyî yên girtîgeheke taybet a ji bo kesekî, di asasê xwe de rewakirina pêkanîneke dijhiqûqî ye. Li Tirkiyeyê ji bo her girtîgehê qanûneke bingehîn heye û ew qanûn jî qanûna jimare 5275’an e. Lê belê pêkanînên heyî yên li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînan hin qanûnên taybet û esasgirtina biryarên dijhiqûqî yên taybet derfetê ji bo binpêkirina mafan peyda dike. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike, a rast biryarên derbarê girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de dijhiqûqî ne. Têkildarî cezayê muebeda girankirî yê li birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn biryarek di warê ‘mafê hêviyê’ de hatiye dayîn. Têkildarî vê li Komîteya Wezîran a Wezareta Konseya Ewropayê pêvajoyek heye. Gava mirov div î warî de lê mêze bike, Tirkiye ji bo jiholêrakirina vê biryara binpêkirinê divê demildest hin qanûnan biguherîne.”    MA / Mujdat Can