Xizmên girtiyan hatin berdan 2022-06-16 21:28:30 STENBOL - Xizmên girtiyan ên di hefteya 13'an a Nobeda Edaletê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadegirtinê hatin berdan.    Li Stenbolê xizmên girtiyan di hefteya 13'an a Nobeda Edaletê de çalakiya xwe li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li dar xistin. Vê hefteyê Fînce Akman, dêya Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan a Tîpa F'yê de û Cemîle Karakaş, dêya Xemgîn Karakş ê di Girtîgeha Afyon a Tîpa T'yê de tevli nobedê bûn. Her wiha xizmên girtiyan, Endama Meclîsa Extiyar û Teqawidan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meryem Guneş, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû û rêvebirên HDP'a Başakşehîrê û endamên meclîsa ciwanan piştgiriya nobedê kirin.    Polîsan xizmên girtiyan binçav kirin û gava wan birin nexweşxaneyê di hundirê wesayîtê de li wan xistin. Polîsan xizmên girtiyan ewilî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kagitxaneyê û paşê jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Eyubê. Nexweşxaneyê bi hinceta ku li ser canê wan reşahî çênebûye rapor neda xizmên girtiyan. PIştî nexweşxaneyê polîsan Fînce Akman, Cemîle Karakaş, Aygul Sîncar Karataş û Meryem Guneşê birin Qereqola Polîsan a Vatanê. Xizmên girtiyan piştî îfadeya li qereqolê hatin berdan.