Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê 2022-06-16 18:24:40   ŞIRNEX - Tekane bersûcê doza windakirinê ya derbarê hevjînên hev Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîl de got: "Ê min dewleta min a tirk heye. Ez bi edaletê bawer im."    Li gundê Kovankaya yê navçeya Bêşebab a Şirnexê di 11'ê Çileya 2020'î de hevjînên hev Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmon Dîrîl (65) winda bûbûn. Danişîna ewil a doza derbarê windakirina hevjînên hev de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê hat lidarxistin. Zarokên Hurmuz û Şîmon Dîrîl û parêzerên wan tevli danişînê bûn. Her wiha tekane bersûcê dozê Apro Dîrîl jî anîn danişînê.    Delegasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê Sema Kiliçer, ji Balyozxaneya hollandayê Patyy Zandstra, Ertan Keskînsoy, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Abdullah Gungen, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê Esîn Yilmaz û Parlementerê Mêrdînê Tûma Çelîk jî wekî çavdêr tevli danişînê bûn.    Danişîn du saetan dereng dest pê kir. Di danişînê de parêzerên bersûc Apro Dîrîl diyar kir ku ji ber ku doz di çapemeniyê de derketiye bi vî awayî muwekîlê wan hedef hatiye girtin û xwestin kesên tu eleqeya wan bi dozê tune ye ji hêwana danişînê bên derxistin. Serokê dadgehê jî got doz ji bo raya giştî vekiriye û daxwaza wan red kir.    DELÎLEK NÛ   Paşê parêzeran daxwazên xwe berpêşî heyeta dadgehê kirin. Parêzerê malbata Dîrîl Nîhat Oner anî ziman ku zarokên Dîrîl li cihê bûyerê lêkolîn kirine û li wir parçeyeke qundaxa çekê dîtine û ev parçe yê çeka bavê wan e. Parêzer Oner xwest ev parçe û parçeyê ku berê li mala Îsmaîl Yildiz hatine dîtin bên berawirdkirin.    Dozgerê danişînê jî di mutalaayê de got Apro Dîrîl extiyar e û xwest bi şertê kontrola edlî bê berdan. Apro Dîrîl jî got: "Ê min tenê xwedayê min û dewleta min a tirk heye. Qanûnên wê hene. Ez bi edaletê bawer im."    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Heyeta dadgehê navberek kurt û piştî navberê daxwaza parêzerên malbata Dîrîl a ji bo delîlên nû qebûl kir û biryara berdewamiya girtina bersûc Apro Dîrîl da.    Danişîna bê dê di 29'ê Îlonê de bê lidarxistin.