Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin 2022-06-16 18:02:19       ENQERE – Fezlekeya derbarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz de ya bi fermana Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hat amadekirin ji serokkomartiyê re hat şandin.    Fezlekeya ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Parlemnetaran Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya "tahdeya li polîs" û "meş û civîna bêdestûr"bi  daxwaza betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) hatibû amadekirin ji Wezareta Dadê re hatibû şandin.    Fezlekeya ku ji aliyê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ve hati îmzekirin demildest ji serokkomartiyê re hat şandin. Fezlekeya ku bi fermana Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hat amadekirin piştî îmzekirinê dê ji Komîsyona Tevlihev a Meclîsê re bê şandin.