‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’ 2022-06-16 16:53:44   ÎZMÎR - Di çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin de têkoşîna li dijî bêhiqûqiyan hate destnîşankirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 75’emîn de li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê berdewam kir. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Foça û Dîkîliyê piştgiriya malbatan kir. Malbatan peşmalkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin.    ‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’   Hevserokê HDP’a Foçayê Şahabettîn Goktay ê li vir axivî, diyar kir ku li girtîgehan zilm heye û wiha got: “Îro li girtîgehan her ku diçe zext zêde dibin. Li aliyê din jî kedkarên çapemeniya kurd ên hewl didin tiştên diqewimin ragihînin tên binçavkirin û girtin. Rojnamevanên 8 roj in di bin çavan de dihatin  ragirtin jê 16 îro hatin girtin. Em ê li dijî bêhiqûqî û zextan têkoşîna xwe bidomînin.”   JI BO BÎRANÎNA DENÎZ POYRAZ BANG HATE KIRIN   Yek ji malbata girtiyan Fehîme Poyraz xwest ku zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û wiha got: “Girtîyên ku înfazên xwe temam dikin nayên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bila girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û girtiyên nexweş jî radestî malbatên wan bên kirin. Wê malbat girtiyên nexweş derman bikin.” Poyraz, ji bo bîranîna sibê saet 12.00’an de li ser gora Denîz Poyraz were kirin jî banga tev li bûnê kir.    ‘BILA MIRIN ÇÊNEBIN’   Rêveberê HDP’a Foçayê Remziye Baltaş jî wiha got: “Ez weke dayikekê dibêjim bila êdî dayik ji bo desthilata yekê negirîn. Li her aliyê Tirkiyeyê mirin çêdibin. Bila êdî mirinên girtiyên nexweş çênebin. Ez bang li hemû dayikan û parazvanên mafên mirovan dikim; werin em bi hev re ji van êşan re bibin dengê hevpar.”