Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da 2022-06-16 16:13:09   ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê wesayîtê li zarokê bi navê Melîh Babat ê 3 salî xist. Di encamê de Babat jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Başkaya ya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê wesayîtekî li zarokekê 3 salî Melîh Babat xist û bi giranî birîndar kir. Welatiyan Babat bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Lê belê zarok Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Babat li Goristana Sêgirkê hat definkirin. Hat ragihandin ku kesê bi navê M.N.B. ku bi wesayîtê li Babat xistibû hate binçavkirin û niha li Qereqola Sêgirkê tê girtin.