Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin 2022-06-16 14:28:32   ÎZMÎR - Rojnamegerên Îzmîrê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran dan û diyar kirin ku heke bertek zêde nebin dê bêdengiya heyî hemû rojnamegeran bixeniqîne.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan jî duh derxistin Edliyeya Amedê û ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Amedê ve hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Gelek derdorên cuda bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan û rojnamegerên Îzmîrê jî banga piştevaniya bi rojnamegeran re kirin.    BI VÊ REWŞÊ DÊ TIRKIYE BIKEVE RÊZA 180’EMÎN    Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî diyar kir ku xeleka li dora rojnamegeran her ku diçe bêhtir teng dibe û wiha got: “Ji hêlekî ve Qanûna Çapemeniyê tê guherandin û li hêla din jî avadaniyên saziyên çapemeniyê tên guherandin. Dibe ku ev yek girêdayî hilbijartinê û helwestên siyasî be.  Lê meseleya esasî ew e ku azadiya çapemeniyê nayê naskirin. Ji me re dibêjin; ‘ne azadiya çapemeniyê lê azadiya hêzê heye.’ Li hêla din jî rojnameger tên girtin. Em ê li dijî van neheqiyan bêdeng nemînin. Di nava azadiya çapemeniyê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Dê demekî kin de bikeve rêza 180’an.”   ‘BILA DILÊ WAN REHET BE’    Bi domdarî Gappî anî ziman ku divê hemû hînbûn û sedeman bidin aliyekî û ji bo pîşeya rojnamegeriyê yekitî çêbibe. Gappî, axaftina xwe wiha domand: “Rojnamegerî karekî gerdûnî ye. Ne nîjad û ne jî nasnameya wê heye. Ya girîng ew e ku mirov li gorî rêgezên wê yên etîk û estetîk tevbigere. Em dizanin ku hevalên me yên hatine girtin jî li gorî wan rêgezan tevgeriyan. Lewma bila dilê wan rehet be. Dê ev dewran biguhere û ev neheqî bi dawî bibin.”    PÊNGAVA EWILÎ YA ÊRIŞAN   Têkildarî mijarê Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Herêma Egeyê Ozer Akdemîr jî da zanîn ku ev 10 sal in zextekî giran li ser rojnamegerên kurd heye û wiha pê de çû: “Ji bombekirina rojnameyan heta qetilkirinê, gelek tişt li ser rojnamegerên kurd hat pratîzekirin. Bi girtina 16 rojnamegeran re xuyaye ku dê desthilatdarî zexta xwe hîn girantir bibe. Weke gavekî ewil a li dijî rojnamegerên ne alîgirên desthilatdariyê ye. Bi nêzbûna hilbijartinê re daraz li ser hev biryarên siyasî dide. Li gorî min ev pêvajo dê hêj girantir bibe. Ji bo êrişa li dijî çapemeniyê jî bi girtina rojnamegerên kurd dest pê kirin. Divê rêxistinên rojnamegeriyê û rêxistinên ked û demokrasiyê helwestekî xurt nîşan bidin. Heke bertekên pêwîst neyên nîşandan, dê ev bêdengî me tevekan bixeniqîne.”   ‘STATÜKO RAHATSIZ’   Rojnameger Mazlum Vesek de jî got ku rojnameger ji ber karê xwe tên binçavkirin û girtin û wiha derbirî: “Divê hemû qanûnên pêşiyê li azadiya fikr û raman digirin bên guherandin. Divê em xwedî li rojnamegerên girtî derkevin. Fikr û ramanên wan çi dibe bila bibe divê rojnameger xwedî li hempîşeyên xwe yên hatine girtin derkevin. Divê xwe ji vê nedin paş.”    ‘YÊN DENGÊ XWE NEKIN HEVKARÊN SÛC IN’   Nûçegihana Rojnameya Îzmîr Îlkses’ê  Çagla Genîş jî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û wiha axivî: “Ev bi roja ye li Amedê li dijî hempîşeyên me êrişeke tepisandinê heye. Ev yek cihê şermizahiyê ye û em bi hêrseke mezin dişopînin. Hewl didin çapemeniya azad, çapemeniya kurdan bêdeng bikin. Lê dê nekarin zarokên Apê Mûsa ku li pey heqîqetê ne bêdeng bikin. Ji bo mafê agahîgirtinê yê civakê, ev hevalên me gelek caran bêyî ku canê xwe bifikirin dixebitiyan. Bêdengiya li hemberî girtina wan, hevkariya sûc e. Banga me ew e ku hemû kes xwedî li hêza heqîqetê derkeve.”