Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e 2022-06-16 14:25:27   AMED - Baroya Amedê, diyar kir ku girtina rojnamegeran mudaxaleya li "azadiya çapemeniyê" û "mafê agahî girtinê" ye.    Baroya Amedê, li ser hesabê xwe yê medya sanal derbarê girtina 16 rojnamegeran de daxuyanî da û ev tişt got: "Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da meşandin de biryara girtina 16 rojnamegeran hat dayîn. Lêpirsînên ji ber karên wan ên pîşeyî li rojnamegeran tên vekirin û girtina wan mudaxeleya li "azadiya çapemeniyê" û "mafê agahî girtinê" ye. Rojnamegerên girtî berdin." .