Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir 2022-06-16 13:56:02   AMED - Li bejahiya gundê Dêrxûstê leşkerên ku weke kom derketin operasyona leşkerî, bi aweyekî kemînî li qadên çiyayî belav bûne.    Li bejahiya gundên navçeya Licê ya Amedê bi rojane operasyona leşkerî didome. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di çarçoveya operasyona ku li gundê Dêrxustê didome de leşker weke komên biçûk bi aweyekî kemînî li qadên çiyayî belav bûne û lêgerînan pêk tînin.    Dîsa li gorî ragihandinên şahidan, leşker xwe li deverên bejahî veşartine.