Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin 2022-06-16 13:10:36   NAVENDA NÛÇEYAN  - Hat ragihandin ku di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.    Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî şer û pevçûnên li herêmên Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Wezaretê da zanîn ku di pevçûnên li Avaşîn û Zapê de çawişê pispor Kadîr Kemîk hatiye kuştin.