Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin 2022-06-16 12:01:04   ENQERE - Kevneşopiya Çapemeniya Azad ku bi Rojnameya Halk Gerçegî dest bi rêwîtiya xwe kir, tevî hemû êrişan jî dev ji şopa rastiyê berneda. Yek ji damezirînerên vê kevneşopiya ku niha bi dehan rojname, ajansa, TV û radyoyan rêwîtiya xwe didomîne Huseyîn Aykol bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û wiha got: “Em ê hîn bêhtir bixebitin.”    Di 8’ê hezîranê di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina rojnamegeran hate dirêjkirin û ji bo dosyaya wan biryara bisînorkirinê hate dayîn. Şevê din jî 22 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê derxistin pêşberê dadgehê. Dadgehê ji bo 16 rojnamegeran biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Amedê. Êrişên ku kevneşopiya Çapemeniya Azad hedef digirtin, ji salên 90’î heta niha berdewam in. Bombekirin, cînayetên kiryarnediyar, windakirin û girtin jî di nav de xebatkarên Çapemeniya Azad rastî gelek êrişên piralî hatin lê belê tu carî dev ji rêya rastiyê bernedan û tecrûbe û berxwedana xwe heta roja me jî berdewam kirin. Di nava 32 salên têkoşîna xwe xwe de nîşan da ku kesek nikare wan bêdeng bike.    GAVA EWIL A BER BI ÇAPEMENIYA AZAD VE    Kevneşopiya Çapemeniya Azad, di 22’yê nîsana sala 1990’an de bi derxistina Rojnameya Halk Gerçegî re dest bi rêwîtiya xwe kir. Heta roja me jî zêdetirî 50 rojnameyên heftane û rojane li kevneşopiya Çapemeniya Azad hatin zêdekirin û vê rêwîtiya xwe jî niha bi zêdetirî 10 ajans, bi dehan radyo û televîzyonan didomîne.    Rojnameya Halk Gerçegî piştî hejmara 9’an hate girtin û piştre jî Rojnameya Yenî Halk Gerçegî dest bi weşana xwe kir. Lê piştî hejmara 3’yan, hate girtin. Çapa ewil a Rojnameya Yenî Ulkeyê di 20’ê cotmeha sala 1990’an de derket û bûroya wê ya Amedê jî di hefteya ewil de ji hêla Rêxistina Cîhada Îslamîst ve hate bombekirin û rojname di sala 1992’yan de hate girtin.    DERBASÎ ROJNAMEYA ROJANE BÛN    Kevneşopiya Çapemeniya Azad, piştre jî bi Rojnameya Ozgur Gundemê re derbasî rojnameya rojane bû. Rojnameyê di 30’ê gulana sala 1992’yan de dest bi weşana rojane kir û weşana xwe heta demekî dirêj bi navên cuda berdewam kir. 580 hejmarên rojnameyê hatin weşandin (hejmara giştî ya her du Ozgur Gundeman e), derheqê wê de 486 doz hatin vekirin û li rojnameger û edîtorên wê bi giştî 147 sal cezayên girtîgehê û bi pereyê wê demê re 21 milyar lîre ceza lê hate birîn.    BI GURBETELLÎ ERSOZÊ RE DÎSA DEST PÊ KIR    Rojname, bi biryara rêveberiyê hate girtin û di 26’ê nîsana sala 1993’yan de bi gerînendetiya giştî ya Gurbetellî Ersoz re dîsa dest bi weşana xwe kir. Rêya ku bi Ersoz re dest pê kir, di heman demê de bû nîşaneya ewil a weşangeriya jinan û mohra xwe li kevneşopiya çapemeniya azad da.    Polîsan di 10’ê kanûna sala 1993’yan de anku di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser rojnameyê de girtin û xebatkarên wê hatin binçavkirin.    Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de dema li Amedê ji mala xwe ber bi bûroya rojnameyê ve diçû, hate qetilkirin. Nûçegihanê rojnameyê yê Êlihê Yahya Orhan di 31’ê tîrmehê de li naverasta kolanekê hate qetilkirin û hêj hefteyek bi ser re derbas nebûbû ku nûçegihanê rojnameyê Bûrhan Karadenîz di 5’ê tebaxê de li Amedê rastî êrişa çekdarî ya Hîzbûllahê hat û di 19 saliya xwe de felc bû. Di 20’ê îlona sala 1992’yan de rojnameger û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Çar roj piştre jî nûçegihanê Rihayê Huseyîn Denîz hate qetilkirin û ji qetilkirina Denîz, endamê Hîzbûllahê berpirsyar hate dîtin. Di 10’ê kanûna sala 1993’yan de jî bi sedan polîsan bi ser avahiya rojnameyê de girtin û xebatkarên wê binçav kirin.    Rêveberiya Ozgur Gundemê ku bi Ersoz re dîsa dest bi weşangeriya xwe kiribû, ji ber binçavkirin û êrişan bi awayekî fiîlî hate berbelavkirin.    ‘EV AGIR DÊ WE JÎ BIŞEWITÎNE’    Di demên pêş di 28’ê nîsana sala 1994’an de Rojnameya Ozgur Ulke dest bi weşana xwe kir. Sê bûroyên rojnameyê di 4’ê kanûna sala 1994’an de hatin bombekirin. Di encama êrişa bombeyî ya li Stenbolê de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar birîndar bûn. Rojname, rojek piştre bi sernavê “Ev Agir Dê We Jî Bişewitîne” weşana xwe domand. Bi belgeyan derket holê ku biryara bombekirina rojnameyê ji hêla Serokwezîra Demê Tansû Çîller ve hatiye dayîn. Tevî bombekirinan jî rojnameyê navber neda weşana xwe û xebata xwe berdewam kir. Ji 247 hejmarên rojnameyê derheqê 220’an de biryara komkirinê hate dayîn. Ji ber dozên hatine vekirin, 7 midûrên karên nivîsan ên rojnameyê hatin girtin. Hêj saleke xwe tije nekiribû ku Rojnameya Ozgur Ulkeyê di 2’yê sibata sala 1995’an de li ser biryara Dadgeha Cezayên Silhê ya Stenbolê bi hinceta “berdewamiya Ozgur Gundemê ye” hate girtin.    YENÎ POLÎTÎKA    Saziyên çapemeniya azad ku bi dehan caran hatin girtin, bi pêvajoyeke nû re rû bi rû bûn. Rojnameya Yenî Polîtîkayê di 13’ê nîsana sala 1995’an de dest bi weşana xwe kir. Hêj bi ser derketina wê 4 meh derbas nebûbûn ku gelek nûçegihanên wê hatin binçavkirin û girtin. Her wiha bi hinceta “Berdewamiya Ozgur Ulkeyê ye”, di 16’ê tebaxa sala 1995’an de hate girtin.    KANALA TELEVÎZYONÊ YA EWIL: MED TV   Ragihandina kurd êdî derbasî weşangeriya televîzyonê jî dibû. Di 15’ê hezîrana sala 1995’an de Med TV li paytexta Ingilistanê Londonê hate damezirandin. Kanala televîzyonê ya kurdan a ewil û weşana ceribandinê ya kurdî ya ewil bû lê belê di 23’yê nîsana sala 1990’an de li ser daxwaza Tirkiyeyê hate girtin. Medya TV ku li şûna wê hate damezirandin jî ji hêla Fransayê ve hate girtin. Sala ku Medya TV hatiye girtin, Roj TV’yê li Danîmarkayê dest bi weşana xwe kir. Tirkiyeyê ji ber Roj TV’yê gelek zextên giran li Danîmarkayê kirin û bû sedem ku di sala 2013’an de were girtin. Piştî girtina Roj TV’yê, Nûçe TV û Stêrk TV’yê dest bi weşana xwe kirin. Her wiha kevneşopiya TV’yê niha jî bi Medya Haber TV’yê didome.    TECRÛBE Û ÇANDA XWE YA PÎŞEYÎ VEGUHEST SEDSALA 21’EMÎN    Çapemeniya azad ku tevî her tiştan jî heqîqet bi gel re parve kir, li gel ewqas zext û tundiya asîmetrîk jî dev ji ragihandina rastiyan û nivîsandinê berneda. Kevneşopiya çapemeniya azad ku salên 90’î bi têkoşîneke mezin derbas kir, hemû tecrûbe û berxwedana xwe veguhest salên 2000’î.    REKLAM Û BELGEFÎLMA EWIL A KURDÎ: OZGUR GUN    Salên 2000’î li gel rojnameyên rojane û ajansan, di heman demê de ji bo çapemeniya azad bû salên vekirina televîzyon û rojnameyên bi kurdî yên li Tirkiyeyê weşangeriya xwe dikin. Di heman demê de bû pênaseya tundiya asîmetrîk a ku azadiya xweîfadekirinê paşguh dike. Cara ewil Ozgur Gun TV’yê ji bo weşangeriya bi kurdî di 23’yê adara sala 2004’an de serî li RTUK’ê da. Du sal piştre, serlêdana wan bi erênî hate bersivandin û di 23’yê adara sala 2006’an de bi zaravayê kurmancî bernameya çand û hunerê ya Dergûşa Çandê hate pêşandan. Ozgur Gun TV piştre jî derbasî weşana neteweyî bû lê belê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Di heman demê de yekemîn reklam û belgefîlma bi kurdî jî bi weşana Ozgur Gun TV’yê hatin çêkirin.    ROJNAMEYA EWIL A KU WEŞANA XWE BI KURDÎ KIR: AZADIYA WELAT   Yekemîn rojnameya ku li Tirkiyeyê bi rojane weşana xwe bi zimanê kurdî kir, Azadiya Welat e. Rojnameya ku kevneşopiya Çapemeniya Azad derbasî salên 2000’î kir, ji 26’ê sibata sala 1994’an heta sala 2006’an weşana xwe heftane domand. Rojnameya ku di 15’ê tebaxa sala 2006’an de dest bi weşana xwe ya rojane kir, di 29’ê cotmeha sala 2016’an de bi KHK’ê hate girtin. Belavkarê rojnameyê yê Edeneyê Kadrî Bagdu di sala 2014’an de bi 5 guleyan hate qetilkirin û Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê Rohat Aktaş jî li Cizîrê di “Jêrzemînên Wehşetê” de hate qetilkirin.    BI MOTTOYA KU JI RASTIYAN TAWÎZ NAYÊ DAYÎN: DÎHA    Di 4’ê nîsana sala 2002’yan de di kevneşopiya Çapemeniya Azad de gavekî yekemîn hate avêtin û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hate avakirin. Ajansê weşangeriya xwe bi zimanên kurdî, tirkî û inglîzî kir. Gelek nûçegihanên wê hatin girtin û di 29’ê cotmeha sala 2016’an de bi KHK’ê hate girtin. Ji adara sala 2017’an ve 27 nûçegihanên DÎHA’yê di girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de ne û gelek nûçegihanên wê jî derketin derveyî welat.    BÛN DENGÊ JINAN: JINHA    Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) di 8’ê adara sala 2012’an de li Amedê hate damezirandin. Tevahiya xebatkarên wê jin bûn û li Tirkiyeyê yekemîn ajansa jinan bû ku bû dengê jinan. Mîna gelek sazî û dezgehên çapemeniyê yên kurd, JINHA jî di 29’ê cotmeha sala 2016’an de bi KHK’ê hate girtin.    DÊ NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BIDOME...    Çapemeniya Azad îro jî xebatên xwe bi heman rêgezên weşangeriyê didomîne. Li gel ku gelek kanalên TV’yan, rojname, kovar û ajansên wê hatin girtin û tevî hemû êrişan jî, Çapemeniya Azad dev ji rêwîtiya heqîqetê berneda. Xebatkarên wê hatin girtin, hatin sirgûnkirin jî lê belê di girtîgehan de û li sirgûnan dîsa nivîsandin, roj bi roj xurttir dibe û hêj jî daxwazên demokrasî, mafên mirovan û aştiyê digihînin gel û li ber ronahiya heqîqetê dinivîsinin.    DÎHABER   Kevneşopiya Çapemeniya Azad ku şûna saziyên bi KHK’an hatine girtin dagirtin, nûçeyên neteweyî û navneteweyî di heman kêliyan de bi gel re parve kirin. Di 14’ê mijdara sala 2016’an de jî dîhaber’ê bi dirûşma “Dê rastî di tarîtiyê de nemînin” dest bi weşana xwe kir û di 25’ê tebaxa sala 2017’an de bi KHK’ê hate girtin.    MA   Dema dîrokê 20’ê îlona sala 2017’an nîşan dida, gaveke nû hate avêtin û Ajansa Mezopotamyayê (MA) hate damezirandin. Ajansê, bi dehan nûçegihanan û nûçeyên dîtbarî û nivîskî yên ji Tirkiye û Rojhilata Navîn û bi zimanên kurdî, tirkî û inglîzî dest bi weşangeriyê kir. MA,  di 20’ê îlonê de anku di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de hate damezirandin û hêj jî weşangeriya xwe didomîne.    ŞÛJIN   Rojnameya ŞÛJIN’ê jî di 19’ê kanûna sala 2016’an de bi dirûşma “Ji bo zimanê medyayê, bi niyeta şûjin ê” dest bi weşangeriyê kir. Lê belê di 25’ê tebaxa sala 2017’an de bi KHK’ê hate girtin.   JINNEWS   JINNEWS ku hemû xebatên wê li ser jinan in û di objektîfa wê de her tim nûçeyên jinan hene, di 25’ê Îlona 2017’an de hat damezrandin. JINNEWS bi zimanê kurdî, tirkî, erebî û îngîlizî weşanê dike.    YENÎ YAŞAM   Rojnameya Ozgur Gundemê ku piştî 17 salan di 4'ê Nîsana 2011'an de careke din dest bi weşana xwe kir, ji ber zext û dozên li dijî wê dewam dikirin, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. Piştî girtina Ozgur Gundemê, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dest bi weşana xwe kir. Ji bo rojnameyê ku demek kurt weşana xwe berdewam kir, qeyûm hat tayînkirin. Paşê di 5’ê Gulana 2018’an de Rojnameya Yenî Yaşamê dest bi weşana xwe kir. Û hîna jî rojane weşana xwe didomîne.   Kevneşopiya çapemeniya azad îro bi Xwebûn, ANHA, ANF, Yenî Ozgur Polîtîka, STÊRK TV, JIN TV, Medya Haber TV, HAWAR û gelek qenal, ajans û weşanên înternetê berdewam dike.    AYKOL: ME DI ROJÊN HERÎ DIJWAR DE NÛÇE JI GEL RE RAGIHANDIN    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Halk Gercegî ya bi defakto ku pêngava yekemîn a kevneşopiya çapemeniya azad tê dîtin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala têkoşîna 32 salan kir.    Aykol anî ziman ku di sala 1990'î de dest bi çapemeniya azad kiriye û got: "Ji wê demê û vir ve em bi rojname, ajansên nûçeyan, malper, radyo û televîzyonên xwe hewl didin nûçeyan ji raya giştî re ragihînin. Lê belê, her tim rastî zextên kesên ku dixwazin nûçeyên me yên ku îktidaran pir caran jê hez nakin, negihêjin xwendevan û guhdaran, rastî zextan hatine. Ji ber vê yekê zêdetirî 50 rojnamevan û nivîskarên ku nûçe û kesên rojnameyên me belav dikirin, hatine kuştin. Ji bo ku em nikaribin rojnameyên xwe derxin, buro û navendên me yên rojnameyê hatin bombekirin. Di nav kesên hatin kuştin de rewşenbîr û rojnamevanê kurd Musa Anter ê 70 salî, belavkarê 14 salî Yalçin Yaşa jî hebûn.”   ‘HEJMARA ROJNAMEVANÊN TÊN DARIZANDIN JI 150 KESÎ ZÊDETIR E’    Aykol destnîşan kir ku piştî hewla darbeye ya 15'ê Tîrmeha 2016'an ku Tirkiye bi Rewşa Awarte (OHAL'ê) hat birêvebirin, bi ser gelek buroyên wan de hat girtin û kelûpelên wan hatin desteserkirin û wiha axivî: "Hê jî bi dehan hevalên me ji dozan tên darizandin. Êrişên giran anîn serê me. Hejmara hevalên me yên rojnameger ku niha bi dozên ku derbarê wan de hatine vekirin û tên darizandin ji 150 kesî zêdetir e. Niha dê 20 kesên din jî lê zêde bibin. Heger hemû hevalên me yên ku tê payîn derxin dadgehê jî bi îhtîmaleke mezin dê bên darizandin.”   PEYAMA AMEDÊ: EM Ê BI BAWERIYEK MEZIN ROJNAMEGERIYÊ BIKIN    Aykol bal kişand ser rewşa xebatkarên çapemeniya azad ên nêzî hefteyekê li Amedê girtî ne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Beriya her tiştî em viya bêjin, em ji van êrişan re xerîb nînin. Ji ber ku em vê zilmê dizanin ku beşên demokrat, çep û sosyalîst ên welatê me bi taybetî jî gelê kurd her roj bi zextên nû re rûbirû ne. Çi tê sere wan, em jî wek parçeyek wan heman tişt tên serê me jî. Lê belê heta ku gelê me bixwaze me bixwîne û guhdarî bike, yanî ji saziyên kevneşopiya çapemeniya azad bibihîzin, em ê weke ku me heta niha xebatên xwe kiriye, em ê ji niha şûn ve jî xebatên rojnamegeriyê bi baweriyek mezin bidomînin.”   MA / Zerrîn Sargut