Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn 2022-06-15 20:14:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa Tirkiyeyê de ya li ser gundê Perexê yê navçeya Zaxo ya Dihokê 2 kes birîndar bûn.   Tirkiyeyê îro saet li dor 15.20'î bi topan êriş bir ser gundê Perexê yê navçeya Zaxo ya Dihokê. Di êrişê de kur û bav birîndar bûn. Her du welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Zaxoyê.    Her wiha dewleta Tirkiyeyê îro danê sibehê jî êriş biribû ser bajaroka Sinûnê ya Şengalê. Di vê êrişê de jî welatiyek û neviyê wî jiyana xwe ji dest dabûn û 6 welatî jî birîndar bûbûn.