Li Şirnexê 9 kes hatin berdan 2022-06-15 18:21:33     ŞIRNEX – Li Şirnexê ji 18 kesên ku di 8’ê Hezîranê de hatibûn binçav kirin 9 kesên din jî hatin berdan.   Di 8’ê Hezîranê de li navenda Şirnexê û gundên wê Avgamasya, Nerêx, Sirêrehlê û avahiyên Afetê polis û cendirmeyan bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtinê de18 kes binçav kiribûn. Hatzanîn ku ev kesan ji ber “şahîdê veşartî” hatine binçav kirin.   Di 10’ê Hezîranê de piştî îfadeya li qereqolê ji kesên binçavkirî 8 kes sewqî Edliyeya Şirnexê hatibûn kirin. Nîhat Ustun, Saît Ustun, Adil Ustun, Abdurahman Altay, Salîh Ceylan, Halîd Gungen, Emîn Mungan û Şoreş Akil bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û dema binçavkirinê ya 10 kesên din jî 4 rojan hatibû dirêjkirin.   Duh jî piştî îfadeya li qereqolê kesên binçavkirî anîbûn Edliyeya Şirnexê. Îbrahîm Kilinç, Omer Gulenç, Mehmet Şîrîn Aytuğ û Emîn Kulter serbest hatibûn berdan. Îro jî Naîm Tunç, Hakîm Sîdar, Saît Vargi, Lokman û Fahrettîn ku paşnavê wan nehat hînbûn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Her wiha dema binçavkirinê ya Hacî Ustun jî heya 4 rojan hatiye dirêjkirin. Bi vî awayî bû cara sisêyan ku dema binçavkirina Haci Ustun tê dirêjkirin.