Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin 2022-06-15 18:06:26   ÎZMÎR- Îmzeyên ji bo berdana Aysel Tûglûkê û hemû girtiyên nexweş hatine berhevkirin, ji Wezareta Dadê re hatin şandin.    Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûkê û Girtiyên Nexweş re îmzeyên ji bo berdana girtiyên nexweş berhev kiribûn, piştî daxuyaniya li ber PTT a Karşiyakê ji Wezareta Dadê re şandin. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em deng, çav û guhên girtiyên nexweş in" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên "Aysel Tûglûk rûmeta me ye" û "Azadî ji bo girtiyên nexweş" hatin berzkirin.   Endama platformê Dîdar Gul daxuyanî xwend.   Gul anî ziman ku ji bo Aysel Tûglûkê û girtiyên nexweş di meha Sibatê de kampanyaya îmzeyê dabûn destpêkirin û got: "Nûçeyên derbarê Aysel Tûglûkê de, cenazeyên girtiyan kir ku em Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûkê û Girtiyên Nexweş ava bikin. Ji bo pêşî li ber vê zilmê bê girtin, ji bo edaletê û ji bo em bibin deng, çav û guhên girtiyan me da ser vê rêyê."    Gul diyar kir ku li Menemen, Çîglî, Karşiyaka, Konak, Bûca, Bornova, Bayrakli û Torbaliyê xebitîne û got: "Ji xeynî çarsed hunermend û siyasetmedarn me nêzî şeş hezar îmze berhev kirin. Em van îmzeyan îro ji Wezareta Dadê re dişînin. Helbet karê me neqediyaye. Hê nû dest pê dike. Heya girtiyên nexweş azad nebin û edalet pêk neyê dê têkoşîna me bidome."    Piştî daxuyaniyê girse ji bo îmzeyên hatine berhevkirin ji Wezareta Dadê re bên şandin çû ket hundirê PTT'yê.