Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin 2022-06-15 15:33:20   STENBOL - HDK, qûrbaniyên Komkujiya Sayfo ku beriya 107 salan pêk hatiye bi bîr anî û wiha got: "Tekoşîna gelan a bi hev re dê jiyaneke bêsînor û bêçîn ava bike."   Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a gelen (HDK), jî bo salvegera Komkujiya Sayfo ku beriya 107 salan pêk hatiye daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;   "Suryaniyên ku bi hezaran sal in li Anatoliya û Mezopotamyayê dijîn bi şûran hatin qetilkirin (Sayfo). Gelê Suryan yek jî gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye, bi bazirganî, çandinî, xwedîkirina heywanan û hunerê mijûl dibûn. Lê zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ew ji van axan sirgûn kir. Gelê Suryan bi awayek herî hovane li meydan, sewl, rûbar, mal û axuran hatin qetilkirin. Mal û milkê wan desteserkirin. Erkdarên wan ên olî şewitandin. Ciwan qetil kirin. Keç bi zorê zewicandin. Gelê ku nifûsa wê bi hazaran bû, tunekirin. Yên ku rizgar bûn an bi zorê bûn misilman an jî neçar man koçber bibin.   Îro li Şirnexê cenazeyê Sîmûnî Dîrîl di nava çemê de hat dîtin û hê jî Hurmuz Dîrîl winda ye, ev yek mînaka herî bi êş e ku nîşan dide hê jî Komkujiya Sayfoyê bi dawî nebûye. Ev yek nîşan dide ku em ê têbikoşin û dîroka gelan ne bi êş û qetlîamê, bi nirxên yekitiyê bi bîr bînin.   Em Suryaniyên ku di sala 1915’an de hatin qetilkirin bi bîr tînin. Ji bo ku li tevahiya cîhanê cardin komkujî neyên kirin, divê gel bibin yek û têbikoşin. Dewletên ku qirkirinê dikin divê di warê aborî, civakî û çandî de berdêlê bidin."